Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Şemzînanê ´şerê alan` didome

Li Şemzînanê ´şerê alan` didome

03 Eylül 2012 Pazartesi 15:44
Hefteya derbasbûyî dîmenek video hate weşandin ku tê de dihat nîşandan ku gerîlayek HPGê, ala HPG li ser çiyayê Goman ê dikeve li ser Şemzînan a Colemergê de didaleqand.

Hefteya derbasbûyî dîmenek video hate weşandin ku tê de dihat nîşandan ku gerîlayek Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, ala HPG) li ser çiyayê Goman ê dikeve li ser Şemzînan a Colemergê de didaleqand. Ji cihê al pê ve hatibû daliqandin jî, bajarê Şemzînan baş dihate dîtin.

Doh jî hem nivîs û hem wêneyek gerînendeyê giştî yê rojnameya Hurriyetê ku li ser girekî nêzîka Şemzînan girtibû, hate weşandin. Lê belê piştî weşandina wêneyê Enîs Berberoglu, Şaredarê Şemzînanê Sedat Tore li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku ew wêne ji duyemîn km a rêya Şemzînan û Geverê hatiye girtin. Wî herwiha destnîşan kir ku li nêzîka wî cihî bi 500 m baregehek leşkerî heye û di baniya wê de herêmek mezin a yekîneya leşkerî ye. Tore di dawiyê de herwiha dibêje: "Can şêrîn e lê ´rastî´ xweş e."

Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) îro ji herêmê hinek wêneyên din weşandin ku tê de diyar dibe ku hêjî li Şemzînan "şerê alan" didome.  Di van wêneyan nû de diyar dibe ku li girê Kelasipî yê gundê Şapatanê gerîla careke din alekî bilind dikin. Al ji navenda navçeya Şemzînanê ve jî tê dîtin. Piştî gerîla ala xwe bilind dikin, leşker girê ku al lê daleqandiye didin ber topan.(Rûdaw)

Diğer Haberler