Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li ser ’sînor’ kuştinên bê daraz: 1 mirî, 1 birîndar

Li ser 'sînor' kuştinên bê daraz: 1 mirî, 1 birîndar

20 Haziran 2012 Çarşamba 11:42
Kuştinên bê daraz ên li ser sînoran berdewam dikin, hema bêje xeta sînor bûye goristan.

Herî dawî kesek ji bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin û bi vî awayî ji serê salî ve herî kêm 17 kes ji aliyên rejîma Îran û dewleta Tirk ve hatin kuştin.

Kurdên ku welatê wan bi darê zorê hatiye parçekirin, têlên sînor di nava gundên wan re hatine kişandin, her tim di bin hedefa êrîşên rejîmên Îran û Tirk. Ji ber polîtîkayên “taybet” ên li hemberî Kurdan û bi taybet jî bi hinceta “ewlehiyê” hema bêje her hefte agahiyên mirinan ji van sînoran tên. Mînaka wê ya tu carî ji bîra me nake, Roboskî ye. Kurdên li ser sînoran ji ber pirsgirêkên aborî û bêkariyê, neçar dimînin bazirganiya li ser sînoran bikin, lê di her carekê de dibin hedefa êrîşan.

Herî dawî, di 17’ê hezîranê de kesê binavê Erselen Muhemmedî yê ji bajarê Bokana Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta li nêzî bajarê Rebetê li rastî êrîşa leşkerên rejîma Îranê hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyên herêmî, di 13’ê hezîranê de jî, kesê bi navê Ebas Reşîdî yê ji gundê Serdaw ê bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê li nêzî sînorê Herêma Kurdistanê ji alyê leşkerên rejîma Îranê ve bi giranî hat birîndarkirin.

Herî dawî leşkerên Tirk di 7’ê hezîranê de gulle li koma ku dixwest ji Herêma Kurdistanê derbasî gundê Nîrdoşê yê Şemizînan bibin reşandin. Di êrîşê de Feredîn Îsamedarî yê ji Rojhilatê Kurdistanê birîndar bû. Piştre rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Wanê. Hat zanîn ku Îsamedarî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Malbatê cenazeyê ji malbatê girtin û xwetin bibin Rojhilatê Kurdistanê, leşkerên Îranê dest danîn ser cenaze û nehiştin bibin.

Li gorî tomarên ANF’ê, ji serê sala 2012 ve herî kêm 17 kes ji aliyê rejîma Îranê ve li ser sînorên Bakûr-Rojhilat, Başûr-Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin.

DI SALA 2011 DE HERÎ KÊM 114 KES HATIN KUŞTIN

Li aliyê din hate ragihandin ku di 9 mehên dawiyê yên sala 2011 de zêdetirê 80 kes li ser sînoran ji aliyê leşkerên Îran û Tirk ve hatin kuştin, her wiha 60 kes jî hatine birîndarkirin. Leşkerên Îranê di nava 3 mehên dawî yên sala 2011 de 28 kesên sivîl li ser sînoran kuştine. 34 kesên ku di 28’ê berfanbarê de li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana a Şirnexê ji aliyê artêşa Tirk ve hatin kuştin, ne di nava vana de ne. Tevî 34 kesên li Roboskiyê ev hêjmar dike 114.

DI SALA 2010 DE HERÎ KÊM 68 KUŞTINÊN BÊ DARAZ

Li gorî qeyîdên ANF’ê di sala 2010 de herî kêm 68 kes li ser sînorê Îran û Tirkiyeyê hatin kuştin, bi dehan kes hatin birîndarkirin û bi sedan dewar û ajal telef bûn. Tê payîn ku ev jimar pir zêdetir be. Herwiha ji sersala 2011 û vir ve herî kêm 14 kes li ser sînor ji aliyê leşkerên Îranê ve hatine kuştin. Herwiha di sala 2009 de jî herî kêm 90 kes li ser sînor hatin qetilkirin. ANF

Diğer Haberler