Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li ser sînorê Herêma Kurdistan û Tirkiyê şerekî tund heye

Li ser sînorê Herêma Kurdistan û Tirkiyê şerekî tund heye

21 Mayıs 2012 Pazartesi 06:22
HPG, di daxuyaniyekê de, ku di ANF de hatiye weşandin, ragihand, ji 17 Gulanê ve heta niha, li devera çiyayî ya Qilabana Şirnexê, şerekî tund navbera gerîlayên wan û hêzên artêşa Tirkiyê de didome.

Baskê çekdarî yê PKK, hêzên parastina gel (HPG), di encama şerê navbera gerîla û artêşa Tirkiyê de li ser sînorê Herêma Kurdistan û Tirkiyê de “herî kêm 15 esker” hatine kuştin.

HPG, di daxuyaniyekê de, ku di ANF de hatiye weşandin, ragihand, ji 17 Gulanê ve heta niha, li devera çiyayî ya Qilabana Şirnexê, şerekî tund navbera gerîlayên wan û hêzên artêşa Tirkiyê de didome.

Li gorî daxuyaniyê, heta niha herî kêm 15 eskerên tirk û gerîlayek hatine kuştin, gelek esker jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, operasyona artêşa Tirkiyê di bejahî û hewayî de heta niha jî didome.

AKnews
 

Diğer Haberler