Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Şirnexê 2 leşker hatin kuştin û 1 birîndar bû

Li Şirnexê 2 leşker hatin kuştin û 1 birîndar bû

24 Mayıs 2012 Perşembe 15:19
Di encama çalakiyeke Hêzên Parastina Gel (HPG) li navçeya Qilabana Şirnexê 2 leşker hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye

24 Gulan - Di encama çalakiyeke Hêzên Parastina Gel (HPG) li navçeya Qilabana Şirnexê 2 leşker hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye

Li gor Ajansa Nûçeyan Feratê (ANF), Navenda Çapemenî-Ragihandina HPGê ragihand ku gerîlayên HPGê li navçeya Qilaban a Şirnexê çalakiyek li dar xist û di encamê de 2 leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Di 23ê Gulanê de danê sibê de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî leşkerê dijmin ê li ser Girê Meymûn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşker hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye”

Her wiha, HPGê ragihand ku ev demeke li navçeya Beyşebaba Şirnexê li dijî herêma Setkarê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi tevlêbûna 15 kesên ji leşker û kontrayan pêk tê kemîn tên vedan.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPGê got; “22ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Girê Zavîta Perexê ya bi ser Zaxoyê ve ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”

(AKnews)
 

Diğer Haberler