Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Şîşliyê nîjatperestan êrîşî karkerên Kurd kir

Li Şîşliyê nîjatperestan êrîşî karkerên Kurd kir

31 Temmuz 2012 Salı 23:29
Komek ya nîjatperestan êrîşî karkerên Kurd yên li taxa Ayazagayê ya navçeya Şîşliyê dixebitin kirin.

Sedema bûyerê wekî "karkeran peyv avêtine jinan" tê xuyakirin, lê karkerên Kurd jî diyar kirin ku, tiştekî wisa tune ye. Karkerên Kurd wiha gotin, "Ji me re gotin li vir negerin, em we li vir nahewînin, hûn terorîstin. Piştre êrîşî me kirin." Polîsan avahiya ku Kurd lê dimînin dorpêç kiriye.

Li gorî îdîayan şeva din li Taxa Ayazagaya Navçeya Şîşlî ya Stenbolê de karkerên Kurd piştî ji kar derketin çûn parqê û ji xwe re rûniştin. Lê komeke ciwanên niştecihên taxê bi gotina "Hûn çima li vir digerin. Hûn terorîstin, em we li vir nahewînin" gotin ji karkeran re gotine. Li ser vê yekê di navbera karker û ciwanan nîqaş derket. Bi sedan kesên ku piştî nîqaşê li wir kom bûn bi dirûşmeya "Ev der Tirkiye ye, nayê veqetandin", "Ev der Ayazaga ye, derketina wê tune ye" êrîşî karkerên Kurd kirine. Li ser vê yekê di navbera komê û karkeran de pêvçûnekî bi kevir û dar rû da. Li ser bûyerê hejmareke zêde polîs ji Şîşlî û Kagitxaneyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

'HÛN TERORÎSTIN, EM WE NAHEWÎNIN'

Hate zanîn ku, pêvçûn û gengeşiya hatiye jiyandin heta derengiya şevê dom kiriye. Karkeran diyar kir ku, polîs bi bombeyên gazê mudaxaleyê wan kiriye û dan zanîn ku, şantiyeya ku lê dixebitin ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêç kirin, ji ber vê yekê nikarin derkevin derve. Karkeran anîn ziman ku, bûyerên bi vî rengî gelek caran dijîn. Karkerê bi navê Yasîn Gonultaşê ku di fîrmayekî din ya înşatê de dixebite ji ajansa Nûçeya ya DÎHA’ê re axivî û diyar kir ku nûçeyên wekî "Karkeran gotin avêtine keçan, niştecihên taxê bertek nîşan da" di çapemeniyê de derketiye ne rast û derewe.

Gonultaş wiha got: Hevalên me yên ciwan diçin parqê û ji xwe re rûdinin. Lê komek ciwanên taxê tên cem wan û ji wan re dibêjin, 'hûn çima li vir digerin, hûn terorîstin, em we li vir nahewînin. Hûn çima tên vir, ji bela we birayên me şehîd dikevin' û gotina ji hevalên me re dikin. Wekî ku ji berê amade bin, di dema nîqaşê de bi sedan kes derdikeve holê û êrîşî hevalên me dikin. Sedema bûyerê eve. Niha di nav de xwarzî/biraziyên mi jî di nav de bi sedan karker li şantiyeyê asê mane. Polîsan şantiye dorpêç kiriye. Em xwe nagihînin telefona wan jî. Ji me re dibêjin, li taxê negerin."

Gengeşiya li taxê didome. (ANF)

Diğer Haberler