Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Sûriya, 27 kes duhî hatine kuştin

Li Sûriya, 27 kes duhî hatine kuştin

19 Mayıs 2012 Cumartesi 12:22
Encûmena Niştimanî ya Sûriya ragihand ku duhî 27 kes li seranserê Sûriya hatine kuştin û piraniya wan li parêzgeha Himsê bûn.

19 Gulan – Encûmena Niştimanî ya Sûriya (ENS) ragihand ku duhî 27 kes li seranserê Sûriya hatine kuştin û piraniya wan li parêzgeha Himsê bûn.

Ofîsa Mafên Mirov a ENSê di daxuyaniyekê de ku gihiştiye AKnewsê, ragihand ku duhî bi giştî 27 kes li çend navçeyên Sûriya hatine kuştin ji wan 3 zarok û 3 jin in.

Li gorî daxuyaniyê, 9 li Hims, 7 li Idlib, 3 li Hema, 3 li Dera, 2 li Heleb, 4 li navçeyên derdora Dîmeşqê û yek li Dêrezorê hatine kuştin.

Ofîsê tevî ku berdewamiya kuştina welatiyên sivîl ji bal hêzên ewlekariya Sûriya veşermezar kir, daxwaz ji rêxistinên navdewletî kir ku kar ji bo rawestandina tundiya li Sûriya bikin.

(AKnews)

Diğer Haberler