Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Sûriyê 60 kuştî û Hums dorpêçkirî ye

Li Sûriyê 60 kuştî û Hums dorpêçkirî ye

18 Haziran 2012 Pazartesi 23:33
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragihandin ku duhî, li Sûriyê 60 kes ji ber bombebaranê û di xwepêşandanên li sertaserî Sûriyeyê de hatine kuştin.

Rewangeha Sûrî aşkera kir ku li bajarên Hums, Dêrazorê, derdora Şamê 60 kes ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Herwiha bajarê Humsê hatiye dorpêçkirin û artêşa rejîmê ji duhî de bombebaranê bi ser taxên kevin yên bajêr ranawestîne.

Kuştiyên duhî, tenê li Humsê, 20 û li Şamê û derdorê 14, 5 li Dêrezorê û 4 li Helebê û 3 li Îdlibê û 2 Deraa û yek li Laziqiye û Reqayê.

15 meh derbaz bûn li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 11 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.

(AKnews)

Diğer Haberler