Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Sûriyê Bo Mafê Kurdan Erê, Bo PYDê Na

Li Sûriyê Bo Mafê Kurdan Erê, Bo PYDê Na

17 Eylül 2012 Pazartesi 10:31
Şêwirmendê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, parlementerê Enqerê, Doç Dr. Yalçin Akdogan, hevpeyvînek taybet da çapemeniyê.

Şêwirmendê Serokwezîrê Tirkiyeyê û serokê giştî yê AKPê, Recep Tayyîp Erdogan, parlementerê Enqerê, Doç Dr. Yalçin Akdogan, daxuyand ku di propagandayên rojên dawî de tê gotin weke ku hikûmeta Tirkiyeyê naxwaze Kurd mafên xwe bidestbixin û got, “Ev şîroveyeke pirr şaş e. Tirkiye ji bo pêşxistina hemû mafên Kurdan amade ye her alîkariyê bike, lê Tirkiye nahêle ku PKK li bakurê Sûriyê bi cih bibe.”

Bi dîtina Akdogan, di nava PKKê de kesên ji Sûriyê di demên dawî de li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyeyê bûne xwediyê hêzê û ev jî bûye tehdîteke herî mezin li dijî Tirkiyeyê. Lewma Akdogan dibêje mafê Tirkiyeyê heye ku êriş bike. Akdogan diyar dike ku ew girîngiyê didin serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û dibêje gellek pêşketinên dawî bûne sedem ku Tirkiye û Herêma Kurdistanê nêzî hevdu bibin.

‘Pêşeroja Sûriyê divê ji aliyê xelkên vî welatî bê avakirin’

Rûdaw: Birêz Akdogan, hûn derbarê Sûriya piştî serdema Esed çi difikirin?

Dr. Yalçin Akdogan:Pêşeroja Sûriyê divê ji aliyê xelkên vî welatî bê avakirin.Weke welatekî dost û cîran daxwaziya me ewe ku yekbûna axa Sûriyê bê parastin, yekîtiya siyasî berdewam bike û bi tevlîbûna hemû aliyên civakî rêvebiriyeke xurt a demokratîk bê danîn. Amadekirina makezagoneke ku hemû aliyan li xwe bigire û maf û azadiyan nas bike û mafê hemû grûbên olî, netewî û mezebî bixe bin garantiyê pirr girîng e. Di navbera “nêrîna we ya îro bo Sûriyê de û hûn sibê Sûriyeke çawa dixwazin” têkilî heye. Îro hinek dewlet bi çavekî cuda li Sûriyê dinêrin ku tenê dixwazin yekîneyên xwe yên leşkerî li wir bihêlin, hinek dewlet bi çavê biratiya mezhebî lê dinêrin, lê Tirkiye tenê bi perspektîfa mirovahiyê lê dinêre. Di vê perspektîfê de jî modeleke demokratîk ya ku ji hemwelatiyên azad pêk tê heye.

Gelo eger Kurd di nava axa Sûriyê de rêvebiriyeke otonom ava bikin, hûn vê yekê bo Tirkiyeyê weke metirsî dibînin yan na? Tiştek wiha biqewime wê helwesta Tirkiyeyê çawa be?

Weke min niha got, tenê xelkên Sûriyê dikarin derbarê pêşeroja Sûriyê de biryarê bidin û divê wisa be jî. Eger Sûriye bigîhe ewlekariyê û bihêz bibe, wê Tirkiye pirr dilxweş dibe. Lê eger ewlekarî nebe, ne tenê xelkên Sûriyê, wê hemû navçe jê zirarê bibînin. Lewma divê mirov li dijî helwestên dijwar ku dibin sedemê nakokî û pevçûnan, pirr hişyar be. Meseleya otonomiyê ne tenê meseleya grûbekê ye û ya Kurdan e, herwiha meseleya Ereban, ya Nusayriyan û ya hemû xelkên Sûriyê ye. Helwestên wek ‘min kir û çêbû’ ti carê encamên baş bidest naxin. Pêşeroja welatekî bi gavên ku di nava kaos û rewşên bê otorîte de tên avêtin, nayê avakirin. Dema ku hilbijartinên azad û demokratîk hatin kirin û îradeya her alî kete pêş, wê demê pirsgirêk bi xwînsariyê tên çareserkirin.

‘Tirkiye qet nahêle PKK li bakurê Sûriyê bicîh bibe’

Di demên dawî de wisa propaganda tên kirin, weke ku hikûmeta Tirkiyeyê naxwaze Kurd mafên xwe bidestbixin û dijberiya Kurdan dike. Ev şîroveyeke pirr şaş e. Serokwezîrê me Erdogan, dema banga reforman li Esed dikir, pirsgirêka Kurdên bênasname jî daniya rojevê û hewl dida bê çareserkirin. Îro têkiliyên Tirkiyeyê bi Encûmena Niştimanî ya Sûriyê re, ku serokê wê Kurd e, û bi gellek grûbên di nava Encûmena Niştimanî ya Kurdên Sûriyê re jî hene. Tirkiye Kurdan her tim wek bira û perçeyek ji dilê xwe dîtine. Hassasiyetên Tirkiyeyê li dijî rêxistina terorê ya PKKê hene ku êrişan pêktîne. Tirkiye amade ye ku ji bo mafên Kurdan pêşbikevin hemû alîkariyê bike, lê bi ti awayî nahêle ku PKK li bakurê Sûriyê bicîh bibe û li dijî wê bibe wek tehdît. PKK çawa ku li Tirkiyeyê pêvajoyên çareseriya pirsgirêka Kurdan dixitimîne û rêyên diyalogê digire, bi hebûna xwe ya li Sûriyê jî heman tiştî dike.

‘Esed jixwe ji serî de bi rêya PKKê û PYDê dixwest  Tirkiyeyê aciz bike’

Wezîrê Derve Ahmet Davutoglu çû Hewlêrê û bi birêz Mesûd Barzanî re axivî. Hûn helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê mijara Sûriyê de çawa dibînin? Çi hêviyên we ji wan hene?

Mesûd Barzanî yek ji wan siyasetmedaran e ku em girîngiyê didinê û li derveyê bakurê Îraqê jî li cihên din jî bandor û hêza wî heye. Birayên me yên Kurd ên Îraqî baş dizanin ku di rojên teng de Tirkiyeyê çawa ew himbêz kirine. Desthilatdariya AKPê jî îro bo xelkên Îraqê bi giştî û bo Kurdên bakurê Îraqê her tim helwesteke dostane nîşan daye. Bi taybetî di demên dawî de Tirkiye û rêvebiriya herêmî ya Bakurê Îraqê pirr nêzî hev bûne û helwestên hevbeş nîşan dane bo gellek bûyeran. Bandora birêz Barzanî li ser grûbên kurdî yên nava ENKSê heye, têkiliyên wan jî bi Tirkiyeyê re baş in. Lê PYD ji grûbên din cuda tevgeriya û têkiliyên veşartî bi rejîma Esed re çêkirin, bi çavekî hişyar li pêşketin temaşe kir û hewl daye hêza xwe li ser grûbên din biceribîne. Dixwaze xwe li herêmê weke hêza siyasî ya yekane nîşan bide. Desthilatdariya wan a çekdarî ku li hinek herêman pêkanîn dibe sedemê nerazîbûnan. Esad jixwe ji serî de bi rêya PKKê û PYDê dixwest  Tirkiyeyê aciz bike. Di demên dawî de PYD wek aktoreke siyasî tê pêş, ev jî alîkariya plana Esed dike û bûye sedemê gengeşiyek nû. Tirkiye di vê mijarê de hassasiyetên xwe pêşkêşî birêz Barzanî kirin û hevdîtin pirr germ derbas bû. Îro dema PKK li bakurê Sûriyê dibe xwediyê hêzê, ev ne tenê ji bo wê herêmê, lê ji bo bakurê Îraqê jî dibe sedemê gengeşiyê. Ez bawer dikim Barzaniyê ku di salên borî de bi PKKê re ketiye nava şer, wê vê rewşê baş bibîne û binirxîne.

Hevserokê PYDê Salih Muslim daxuyand “Em di nava xaka Sûriyê de xweseriya demokratîk dixwazin û li dijî Tirkiyeyê ti dijminatiyekê nakin.” Tirkiye di kîjan aliyan de PYDê wek tehdît dibîne? Dibe ku ji ber PYDê hûn êrişê bibin nava axa Sûriyê? Ji bo êrişeke wiha di hiqûqa navnetewî de bingeheke guncaw heye?

PYD wisa tevdigere weke ku hêzeke siyasî ya herî girîng e û bi dehsalan heye. Lê mijara ku herî zêde axaftin jî ewe ku Esed bang li Salih Muslim kiriye û ew aniye Sûriyê û Esed PYD daye pêş. Dema mirov PYDê wiha bibîne, ji hêzên din re dibe neheqî. PYD bi awayekî eşkere şaxa rêxistina terorê PKKê ye û bi fermana Abdullah Ocalan li Sûriyê hatiye damezrandin. Ji ber ku rejîma Esed demekê xwedî li Ocalan derketiye, PYD cûda nêzî rejîme dibe û siyasete dualî û ne dilsoz dimeşîne. Grûba Sûriyê ya di nava PKKê de di demên dawî de li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê bûne xwediyê hêzê û li dijî Tirkiyeyê bûye tehdîta yekemîn. Mafê her dewletê heye ku xwe û hemwelatiyên xwe biparêze. Tirkiye çawa ku li bakurê Îraqê li dijî hêlînên terorê mafê êrişê di destê xwe de dihêle, herwiha dikare heman mafî bibîne ku ji bo herêmên sînorên din jî bikarbîne.

‘Di hevdîtinên Osloyê de rîskên ku hikûmetê dan ber çavan niyeta wê ya baş nîşan dide’

Gelo ti planekî hikûmeta AKPê heye ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan li Tirkiyeyê? Ji bo çareseriyeke radîkal di demên pêş de em dikarin gavên çawa ji hikûmetê çaverê bikin?

Desthilatdariya AKPê tiştên ku heta niha ti hikûmetek nekirine kiriye û paradîgmaya înkarê ji holê rakir û gellek mesele çareser kirin. Ji bo azadî û mafên bingehîn ên Kurdan, ji bo pêşketina siyasî û aborî û pêşketina herêmê pirr karên girîng kirine. Lewma îro li herêmên rojhilat û rojhilatê-başûr partiya yekemîn AKP ye. Di hevdîtinên Osloyê de rîskên ku hikûmetê dan ber çavan niyeta wê ya baş nîşan dide, lê ligel vê dilsoziyê ev pêngav hat sabotekirin. Di dawî de piştî hilbijartinan û di dema amadekariya makezagoneke nû de rêxistina terorê bi çalakiyên xwe dest bi stratejiya xwe ya nû ya bi navê ‘Şerê Gel ê Şoreşger’ kir. Hikûmet ligel hemû astengiyan rêya xwe berdewam dike û planên xwe yên pirr-alî gav bi gav pêktîne. Di demên dawî de weke dersa bijarte kurdî kete nava sîstema perwerdeyê. Herwiha damezrandina Dezgeha Mafê Mirovan a Serbixwe gaveke din a girîng e. Li Tirkiyeyê helwesta dewletê guherî, lê ya PKKê neguherî. Armanca hikûmeta AKPê ewe ku weke hemû hemwelatiyan Kurdan jî dilxweş bike, ne ku PKKê û alîgirên wê. PKK ji ber armanc û îdeolojiya xwe dide pêşiya meseleyên Kurdan, di pirsgirêka Kurdan de tiştên ku PKK fêm dike û dixwaze û tiştên ku hemwelatiyekî ji rêzê fêm dike, cuda ne. Îro li pêşiya çareseriyê astengiya herî mezin hebûna PKKê ye. Bi zorê dikanên esnafan digire, rêya xelkê digire dema ku diçin ser sindoqan, makîneyên kar dişewitîne, zextan li ser partiyên din dike, bi zorê pere ji xelkê distîne û bi zilm û zextên xwe xelk aciz kiriye. Lewma pêwîst e dewlet ji bo hemwelatiyên xwe biparêze siyaseta ewlekariyê bide pêş. 

‘BDP ya ku di navbera Qendîl û Îmraliyê de maye, nikare siyaseta azad bimeşîne’

Hûn helwesta BDPê çawa dibînin? Gelo dikare di çareserkirinê de roleke çawa bilîze?

BDP siyaseteke tehlûke ya ku civakê ji hev perçe dike û dijbertiyê çêdike dimeşîne. Helwesta dijber ya BDPê û gotinên wê yê etnîkî û netewperestiyê bandorek xirab li ser xelkê çêdikin û karê hikûmetê jî zehmet dike. BDP di bin PKKê de dipelize û nikare siyasetê realîst bimeşîne. Siyaseta demokratîk û teror du rêbazên cuda ne. Yên ku nikaribin têkoşîna çekdarî û têkoşîna siyasî ji hev cuda bikin, hertim di bin zextên çekan de dimînin. Em hişyariyên birêz Barzanî, ku derbarê siyaseta demokratîk de ji BDPyiyan re dibêje, di cih de dibînin. Serokwezîrê me formula ‘têkoşîn bi terorê re, hevdîtin bi siyasetê re’ anî holê. Lê BDP fedî dike ku xwe bike muxatab jî. BDP ya ku di navbera Qendîl û Îmraliyê de maye, nikare siyaseta azad bimeşîne. BDP bi rastî jî dikare di pêvajoya çareseriyê de misyonên girîng bide ser milê xwe, lê bi vê siyaseta xwe nikare bike.

‘Çalakiya PKKê ya Farqînê dawiya pêvajoya Osloyê anî’

Tê gotin ku rayedarên dewletê li Îmraliyê dîsa bi Ocalan re dest bi gotûbêjan kirine, gotûbêj hene, an wê dîsa destpêbikin?

Agahiya min tine ku niha gotûbêj tên kirin an na.Weke hûn dizanîn çalakiya PKKê li Farqînê dawiya pêvajoya Osloyê anî. Her çiqas Murat Karayilan bêje ku çalakiya Farqînê ji aliyê grûbên bê kontrol ve hatiye kirin, Duran Kalkan got ev çalakiyeke bi plan e û perçeyê stratejiya nû ye. Di nava PKKê de aliyek heye ku dibêje ‘yekane rê têkoşîna çekdarî ye’. Ocalan jî dibêje ‘hem gotûbêj, hem teror’ û çalakiyan ji bo bazariya hevdîtinan wek koz dida pêş. Ev herdu nêrîn jî ku terorê pêwîst dibînin têkçûne. Hevdîtinê wek taktîkek demî û qelsiyekê dibînin û hewl didin bi teqîna bombeyan bigihin armanca xwe. Di vê dema dawî de hêvî ji rêvebiriya herêmî ya bakurê Îraqê çêbûne ku dikare bibe alîkar. Divê em bi rêvebiriya Barzanî re, weke ku em di hêla bazirganî û mijara enerjiyê de têkiliyan dimeşînin, di tekoşîna li dijî terorê de jî divê em têkiliyên xurt pêkbînin.  

rudaw / Kemal Avci

Diğer Haberler