Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Sûriyê duhî 138 kuştî û li Helebê şerên tund

Li Sûriyê duhî 138 kuştî û li Helebê şerên tund

30 Temmuz 2012 Pazartesi 22:42
Tundûtûjî û rêjeya kuştinê li Sûriyê zêde dibe û hejmara kuştiyên duhî gihişt 138 kes bûn, hevdem artêşa rejîmê li bajarê Helebê bi artêşa Azad re şerên tund dimeşîne.

Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyeyê belav kir ku duhî, 138 kesên din li çend navçeyên Sûriyeyê hatine kuştin, piraniya wan li bajarê Şam, Deraa û Helebê ne.

33 kes jî di komkujiyekê de li bajarokeke li Deraayê hatine kuştin, komkujiya duhî, dema hêzên rejîmê êrişî bajaroka Şêx-Miskîn yê bi ser parêzgeha Deraa de kirin encam dane.

Hevdem li taxên Helebê şerên tund di navbera artêşa rejîmê û Artêşa Azad de rû dan û ta niha berdewam in, lewma artêş bi tev amûrên hat nikariye ti encamekê li Helebê bi dest bixe.

Çalak diyar dikin ku bombebaran bi ser bajarê Helebê de hîn ranewestiye û berdewam in, hevdem Artêşa Azad dibêje ku wan nîvê bajêr xistiye destê xwe .

18 meh derbaz bûn li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 21 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.(AKnews)
 

Diğer Haberler