Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Sûriyê her 25 deqeyan kesek dimre

Li Sûriyê her 25 deqeyan kesek dimre

03 Eylül 2012 Pazartesi 15:57
Tora Piştevaniya Şoreşa Sûriyê (TPŞS), di bîlançoya 18 mehan a şerê li Sûriyê de, da zanîn ku ji adara 2011'an heta dawiya tebaxa 2012'an bi tevahî 29 hezar û 388 sivîl mirine.

TPŞS'ê, bîlançoya 18 mehan a mirin, birîndarbûn, binçavkirin, wendabûn û bûyerên din a li Sûriyê weşand. Li gorî daneyên ji TPŞS'ê hatine wergirtin, li Sûriyê ji adara 2011'an heta dawiya tebaxa 2012'an di şerê bê navber berdewam kir de bi tevahî 29 hezar û 388 sivîl mirine. Di nav mexdûrên şer de 2 hezar û 230 zarok, 2 hezar û 517 jin jî hene. 979 kesan ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest dane. Ji destpêka şerê li Sûriyê heta niha meha tebaxê bû meha herî zêde bi xwîn. Tenê di vê mehê de 6 hezar û 808 kes mirin. TPŞS'ê da zanîn ku di van bûyeran de 63 hezar û 400 sivîl birîndar bûne, 224 hezar û 400 kes hatine binçavkirin, 76 hezar kes wenda ne, li gorî daneyên fermî 226 hezar û 284 kesan xwe spartiye welatên din, li gorî daneyên ne fermî jî 180 hezar kesan terka welêt daye.

TPŞS'ê balkişand ser wê yekê ku mirinên li Sûriyê zêde bûne û ev agahî dan: "Ji ber pevçûnên ev 18 meh in li Sûriyê didomin, her 25 deqeyan welatiyekî Sûriyê mirine. Her 10 deqeyan welatiyek birîndar dibe û wenda dibe, her 2 deqeyan welatiyek terka Sûriyê dike."(Rûdaw)

Diğer Haberler