Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li taxa kurdan a Helebê şer û pevçûn: 1 kuştî û 3 birîndar

Li taxa kurdan a Helebê şer û pevçûn: 1 kuştî û 3 birîndar

10 Nisan 2012 Salı 18:58
Li taxa Eşrefiyê li bajarê Helebê ku piraniya daniştiyên wê kurd in, di navbera alîgirên rejîma Sûriyê û kurdan de şer derket û di encamê de welatiyekî sivîl hate kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Heleb, 10 Nîsan – Li taxa Eşrefiyê li bajarê Helebê ku piraniya daniştiyên wê kurd in, di navbera alîgirên rejîma Sûriyê û kurdan de şer derket û di encamê de welatiyekî sivîl hate kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Şahid û dîdvanên bûyerê ji AKnewsê re wiha gotin, “Otomobîleke tijî bi Şebîhe (alîgirên çekdar yên rejîma Sûriyê) ketin nav taxa Eşrefiyê bi korkî gule barandin û di encamê de çend kes birîndar bûn.”

Ji aliyekî dî ve, şahidekî tekez kir ku welatiyekî sivîl bi regeza xwe ereb di cihê bûyer û pevçûnê re derbaz dibû, di navbera herdu aliyan de bi guleyekê birîndar bû.

Çalakê siyasî Dilovan Misto li ser vê bûyerê ji AKnewsê re wiha axivî, “Şer di navbera Kurdan û mala Sibhî Begarî de derket ku berê bi kurdan re şer kirin û bûne sebeba Kuştina çalaka jin Gulê Selmo, lê vê carê ew ne bi tenê Begarî ne, Mardinlî û mala Berî jî pêre ne.”

Meha borî, alîgirên rejîma el-Esed yên çekdar “şebîhe” yên ji eşîra Begare li bajarê Helebê êriş birin ser taxa kurdan û ji sedema wê şerekî bi guleyan di navbera wan û kurdan de dest pê kir û di encamê de çalakeke kurd a jin canê xwe ji dest da.

Efrin‭ KobanêMisto aşkera kir ku Komîteyên Gel yên kurd bersiva êrişa wan da, lê ji encama gulebarana wan 3 kes birîndar bûne, û em nizanin ka li aliyê wan kuştî û birîndar hene lê na.

Her wiha Misto got, “Xortên kurd du êrişker girtin û teslîm hikûmetê kirin lê dibêjin hêzên rejîmê ew dîsa berdan û hîn alozî berdewam e”

Misto aşkera kir ku ciwanên kurd êriş kirin ser çapxaneyeke Şebîhe li eşrefiyê ku ew li wir li hev kom dibûn û ta niha dûman ji wir radibe û otomobîleke wan şewitandin û hemû tax niha di bin kontrola Komîteyên Gel de ye, lê alozî jî hîn berdewam e.

Hêjayî gotinê ye, Eşrefiyê û Şêxmeqsd 2 taxên serekî yên kurdan li bajarê Helebê ne, piraniya daniştiyên wan kurd in lê di nav de ji nijadên din jî hene. Li gor texmînan bi giştî hejmara kurdan li bajarê Helebê ku bi serjimariya xwe duyem bajarê Sûriyeyê ye, bêtirî 300 hezar kes e.

(AKnews)
 

Diğer Haberler