Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Tetwanê gorek komî hat vedîtin

Li Tetwanê gorek komî hat vedîtin

27 Nisan 2012 Cuma 13:49
Li navçeya Tetwanê ya Bitlîsê, li cihekî kevn ê eskerî de, gorek komî hat vedîtin.

Bitlîs – Li navçeya Tetwanê ya Bitlîsê, li cihekî kevn ê eskerî de, gorek komî hat vedîtin.

Serokê liqa Bitlîsê ya ÎHD, Hasan Ceylan, li bara vê yekê de ji AKnewsê re ragihand, li taxa Dumlupinar a Tetwanê, li cihê ku salên 1990î de wek deverek eskerî dihat bikaranîn, gorek komî hat vedîtin.

Ceylan, diyar kir, agahî dane dozgeriyê û wiha anî ziman, “Welatiyek, dema dixaze xaniyê xwe çêbike, rastî hestiyên mirovan tê û ji hêzên ewlehiyê re dibêje. Lêpirsîn hatiye destpêkirin û hestî jî şandine lêkolînê. Me jî çû ew der dît, jixwe berê cerdevanan digot li wê derê gorên komî hene. Me heta niha nêzîkî 400 gorên komî kifş kiriye.”

Ceylan, got, bo ronîkirina bûyerê çi ji destê wan bê dê bikin û bang li hemû saziyên mafên mirov kir, li bara bûyerên wiha de hişyar bin.

ah AKnews
Wergêr: sm
 

Diğer Haberler