Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Tirkiyê Cara Ewil Dersa Kurdî Hat Dayin

Li Tirkiyê Cara Ewil Dersa Kurdî Hat Dayin

29 Eylül 2012 Cumartesi 21:20
Demsala 2012- 2013 an de, dersa Kurdî wek bijarte ket mufredatê. Bi destpêka demsalê ve jî, xwendekaran dersa, zimanê dayika xwe hilbijartin.

Piştre jî, ketin pola dersa Kurdî û di dîroka komarê de, cara ewil dest bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê dayika xwe kirin

Wezareta Perwerdehiyê îsal sîstema dibistanan ji nû ve verast kir. Di vê verastkirina nû de xala herî girîng dersên bijarte bûn. Tabî nav bijarteyan de jî hemû bal li ser dersa kurdî bû.

Çimkî di dîroka komarê de ev yekê verçerxek îfade dikir. Kurdiya ku heya vê demê tune hatibû hesibandin êdî wek dersek bijarte ketibû mifredatê.

Piştî ku di dibistanan de ji bo dersa bijarte form hatin belavkirin, xwendekarên pola 5 an jî dersên dixwastin bijartin.

Li Dibistana İMKB Hattat Hamid Aytaç a li Kayapinara Diyarbekrê jî, ji sedî zêdetir xwendekarên piçûk dersa zimanê xwe bijartin.

Mamosteyê wan Fedlî  Zaman ket pola dersa kurdî û di dibistanek seretayî de dersa ewil ya Kurdî da.

Çime: xeberênkurdî

Diğer Haberler