Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Tirkiyê kurd êdî dikarin li dadgehan bi kurdî xwe biparêzin

Li Tirkiyê kurd êdî dikarin li dadgehan bi kurdî xwe biparêzin

26 Ocak 2013 Cumartesi 00:30
Mafê xweparastina bi zimanê zikmakî li dadgehên Tirkiyê de ji aliyê parlamentoya wî welatî ve hat pesendkirin. Li gorî vê êdî girtî û tohmetbarên kurd dikarin bi kurdî xwe biparêzin.

Piştî gengeşe û gotûbêjên tund mafê xweparastina bi zimanê zikmakî ji aliyê parlamentoya Tirkiyê ve hat pesendkirin.

Li gorî ajansên Tirkiyê, partiyên komarî ya gel (CHP) û tevgera nijadperest (MHP) dijî vê qanûnê derketin û BDP jî bi helwesta “baş e lê kêm e” qebûl kir.

Li gorî vê biryarê, kurd dikarin li dadgehan de xwe biparêzin lê wergêrên xwe dê bixwe bigirin, dewlet nagire.

Beriya ku pêşnûmeya xweparastina bi zimanê zikmakî bê qebûlkirin, navbera parlamenterên BDP û MHP de devojeniyên tund rû dabû.(Rûdaw)

Diğer Haberler