Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Viyanayê Rojên Fîlmên Kurd

Li Viyanayê Rojên Fîlmên Kurd

08 Aralık 2012 Cumartesi 13:42
Di navbera 7-11ê Kanûnê de li paytexta Awisturya Viyanayê “7. Rojên Fîlmên Kurdî” tên lidarxistin.

Yekemîn “Rojên Fîlmên Kurdî” li vî bajarî di sala 1999ê de bi piştgiriya saziyên kurdî yên li Viyanayê hatibûn lidarxistin û êdî hema hema her sal rojên fîlmên kurdî tên lidarxistin. Bi rêya vê çalakiyê Kurdên Awisturyayê û hezkiriyên sînemayê derfeta temaşekirina fîlmên kurdî yên nû dibînin.

7. Rojên Fîlmên Kurdî roja îro bi fîlmê Zeynel Doğan “Dengê Bavê min” tên vekirin. Wekî din fîlmên wekî “Zarokên Helepçe yên wenda”, “Bawke”, “Ez firiyam, tu mayî li cih”, “Evdalê Zeynikê” û gellek fîlmên din tên nişandan. Ji bo agahiyen berfireh derbarê rojên fîlman de, hûn dikarin herin ser malpera çalakiyê: www.sercavan.at.

Çime: xeberenkurdi.com

Diğer Haberler