Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Wanê komkujiya Helebçe û Sûriyê hat şermezarkirin

Li Wanê komkujiya Helebçe û Sûriyê hat şermezarkirin

18 Mart 2012 Pazar 14:38
Li bajarê Wanê, komkujiya Helebçe û kuştina sivîlan li Sûriyê ji aliyê platforma gel û azadiyan a Wanê (VAHOP) ve hat şermezarkirin.

Li bajarê Wanê, komkujiya Helebçe û kuştina sivîlan li Sûriyê ji aliyê platforma gel û azadiyan a Wanê (VAHOP) ve hat şermezarkirin.

Endamên VAHOPê, ku ji 13 saziyên sivîl pêk hatiye li bajarê Wanê, li kolana Sanatê ya bajêr kom bûn û salvegera kîmyabarana bajarokê Helebçe yê Herêma Kurdistanê û komkujiya Sûriyê şermezar kirin.

Berdevkê demî yê VAHOPê, Cafer Acar, li wir daxuyaniyek da û got, li Sûriyê her roj komkujiyeke nû rû dide.

Acar, diyar kir, rejîma Beis li Sûriyê jî weke rejîma Beis a Iraqê komkujî meşandiye û got, em komkujiyên Helebçe û Sûriyê şermezar dikin.

Berdevkê VAHOPê, got, gelên rojhilata navîn xwediyê mafê diyarkirina çarenûsa xwe ne û divê hemû dewletên cîhanê vê yekê qebûl bikin.

AKnews
 

Diğer Haberler