Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Wîkîpediya Kurdî xwedî derkevin!

Li Wîkîpediya Kurdî xwedî derkevin!

16 Nisan 2012 Pazartesi 21:43
Ensîklopediya azad, Wikipediyayê, meha derbas bû berxwedaneke mezin da.

Ensîklopediya azad, Wikipediyayê, meha derbas bû berxwedaneke mezin da. Kongreya DYAyê bi navê “têkoşîn bi korsantiyê re” xebatekê dikir, ketibû hewla derxistina zagonên parvekirinên online asteng dike. Heger kongre bi vê awa û helwesta xwe ya serî biserbiketa, dikaribû zagonên nû, tora înternetê tevlîhev bikira. Lewra komekê senatorên kongreyê dixwestin ne tenê korsaniyê asteng bikin, di heman demê de parvekirinên online jî bida rawestandin. Lê kampanyaya navneteweyî ya hezkiriyên Wîkîpediyayê, rê neda û pêşnûma jî biserneket.

Kongre ser daxwazên SOPA (Stop Online Piracy Act – Korsaniya online rawestînin) û PIPA, ango (Protect Intellectual Property Act – Xwedîtiya ramanî biparêzin) carcaran dikeve hewla derxistina norm û zagonên nû.

Helbet em hemî jî dijî korsantiyê ne. Bila bêî destûrê ti berhemekê neyê bikaranîn. Lê qedeyeke wiha divê ne elastîkî be, rê nede ku her kes bi dilê xwe viya şîrove bike. Ji tecrubeyên dîrokî kivşe ye ku dê dewlet van zagonan gorî berjewendiyên xwe şîrove bikin, li dijî mihalîfên xwe bikarbînin. Bi taybetî Çîn, Tirkiye, Îran Korêya Bakur ûêd.

Wîkîpediyayê ji bo protestokirinê, weşanên xwe da sekinandin an girankirin. Wîkîpediya kurdî jî di dema kampanyayê de venedibû yan jî gelek dereng vedibû. Malpera nûçeyan Reddit û Boing Boing jî tevlî protestoya bo 24 katjimêran hatibû plankirin, bûbûn. Twitter tevlî çalakiyê nebû. Ji ber wê di qada navneteweyî de hat rexnekirin ku li dijî hikûmetan newêrek e.

Di rûpela sereke ya Wikipediyayê de ev gotin hat nîvîsandin “Cîhaneke bêî zanînê biafirînin”. Wîkîpediya ev 10 sal in bi keda hezaran tê avakirin. Heya niha bikarhêneran bêî pere, bi milyonan saetên xwe dane vê xebatê.

Wîkîpediya kurdî bêxwedî ye

Hejmara gotarên wîkîpediya îngilîzî 3 milyon, a almanî hindik maye bibe 2 milyon. Hejmara gotarên wîkîpediya kurdî mixabin 17.000 e. Li wir 3-4 kurd bi şev û roj bi xwe gotaran dinivîsînin. Pirtûkeke 17 hezar rûpelî bifikirin. Niha ensîklopediya kurdî pirtûkeke 17 hezar rûpelî ye. Ji bo neteweyeke bi 30 milyonî ev şermekî ye.

Înstîtut, partî, komeleyên kurdî ji zimanê kurdî direvin

Bi rastî jî direvin. Zimanê xelkê bi wan xweş tê. Jiyan û xebatên xwe bi tirkî, erebî, farsî dikin. Li bakurê Kurdistanê zimanê serdest bûye tirkî. Kurd li Bakur bi tirkî siyasetê dikin, ji viya fedî jî nakin. Niha dibêjin li Kurdistana Azad (başûrê Kurdistanê) jî zimanê tirkî bûye moda. Ji ber ku mirov nikare başûriyan rexne bike û derdên bakuriyan jî pirr in, ez jî dirêj nekim.

Barê Wîkîpediyayê ketiye ser çend kurdan. Ne zanîngehên Başûr alîkariyekê didin, ne hikûmeta Başûr, ne jî înstitutên tirkziman ên Bakur. Ne partî, ne sazî û komele, ne jî zana û ronakbîrên kurd qîmetê didin ensîklopediyê û Wîkîpediya kurdî.

Hûn ê bêjin “heyran çima alîkariyê bidin, Wîkîpediya ensîklopediyeke azad a sîber e. Ne ti milkê komele, înstîtut û partiyên me ye”. Rast e lê gelo Microsoft, Google neban, ango înternet neba gelo xelkê navê van komele, înstîtut û partiyan jî bibihîsta?

Dijminiya Microsoftê bo kurdî

Nasnameyê bi nûçeyekê helwesta Microsoftê ya bo kurmancî û zazakî anî ziman lê çi xerîb e, kesê jî guh neda. Çi bû mesele? Microsoft bi pirraniya zimanên cîhanê xizmetê dide lê mesele bû kurdî xwe kerr dike. Bifikirin bi zimanê gelên ku nifûsa wan 50-100 hezar in jî xizmetê dide, lê zimanê 40 milyonê înkar dike.

Dema Saddam çû û federalî hat bo kurdên Başûr, li wir Soranî bû zaraveyê fermî û kurmancî ji sîstema dewletê hat avêtin. Meha derbasbûyî Mircrosoftê daxuyaniyekê da, dê di Windows 8ê de bi alfabeya erebî cih bidin soranî jî. Biraderên soran gelek şa bûn. Kêfa wan ji du tiştan re pirr tê: Alfabeya erebî û qedexekirina kurmancî. Xema wan nîne Microsoft înkariya kurmancî/zazakî û alfabeya latînî dike.

Derdê klasîk e ev û serê we jî neêşînim. Wê rojê mêvanê min digot: “Bakurî kemalîst in, başûrî jî erebhez in. Bakurî ji kurdî direvin, başûrî ji kurmancan û latînî direvin. Çima xwe aciz dikî? 90 salên parçebûnê ji me gelek biriye. Her parçeyek xwedî taybetiyek e û paşeroja me jî heger bibe, ne Kurdistan lê wekî ereban, herêm an otonomiyan kurdan e. Belkî wekî ereban Yekîtiya Kurdan hebe û ti qîmeta wê jî tunebe”.

Ez dîsa vegerim babetê.

Hejmara hin gotarên wîkîpediyayên xelkê (statîstîkên 19.03.2012)

Îngilîzî: 3,899,238
Fransî: 1,227,456
Spanî: 876,661
Almanî: 1,378,827
Rûsî: 833,612
Erebî: 171,543
Farsî: 176,745
Tirkî: 182,946
Azerî: 85,392
Ermenî: 24,580
Japonî: 797,482
Tacikî: 9,474
Ukraynayî: 374,401
Bulgarî: 128,609

Gotarên kurdî: 17,698
Versiyona Soranî ya cuda bi alfabeya erebî, ji sala 2009′ê ve: 5,313

Damezrînerê Wikipediyayê Jimmy Wales daxuyanî da BBCyê got: “Berevanên SOPAyê dijberên xwe wekî korsan didin nasandin. Ev ne rast e. Pêşnûmaya zagonê wisa xirab hatiye amadekirin ku, dê ziyana xwe bide sehayê din jî”. Palasa Spî (Qesra Spî) jî ket gotûbêjan. Kampanyayên navneteweyî gurr bûn.

Ên xelkê dewletên wan hene, medya û çapemeniyên wan xwedî li wan derdikevin. Wîkîpediya kurdî ji sala 2004′ê ve heye lê pirraniya kurdan nebihîstine jî. Lewra medya û çapemeniya kurdî ji xizmetên kurdî hez nakin. Siyaset, polemîk, lîstik û slogan bo wan her tişt e.

Bi hêviya ku gelê me xwedî li zimanê xwe derbikeve, herwiha xwedî li Wîkîpediya kurdî jî.

14′ê avrêlê 2012

Êlxan Penaber/Nasname

Diğer Haberler