Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li Xurmatû teqîn: 25 mirî û 70 birîndar

Li Xurmatû teqîn: 25 mirî û 70 birîndar

24 Ocak 2013 Perşembe 07:16
Qeymiqamê Duzxurmatû diyar kir ku ji ber teqînekî întiharî ya li bajarokê Duzxurmatû yê girêdayî parêzgeha Selahedîn, 25 kes hatin kuştin û 70 kes jî birîndar bûn.

Qeymiqamê Duzxurmatû ji Rûdawê re diyar kir ku ji ber teqînekî întiharî ya li bajarokê Duzxurmatû yê girêdayî parêzgeha Selahedîn, 25 kes hatin kuştin û 70 kes jî birîndar bûn.

Qeymiqamê qezaya Duzxurmatû Şelal Ebdul derbarê teqînê de ji Rûdawê ragihand: “Di teqîna li Xurmatû de  25 kes mirine û 70 kes birîndar bûne.” Ebdul diyar kir ku di nava kuştiyan de gelek leşkerên paye bilind jî hene.

Şelal Ebdul wiha got: “Cîgirê serokê eniya Tirkmenan Elî Haşimî bi giranî birîndar bûye. Herwiha cîgirê parêzgarê Selahedîn Ehmed Qoçu jî di nava birîndaran de ne. Di nava kuştiyan de jî berpirsê nivîsîngeha nasnameyan yê Kerkûkê Zeyn Abidîn û efserekî polîsê Duzxurmatû Mihemed .... jî di nava kuştiyan de ne.”

Teqîn di nava cihekî pîroz ê Şîeyan de rûda, kesekî xwekuj bi teqemeniyan xwe xist nava taziyê û xwe teqand.(Rûdaw) Foto: Arşiv

Diğer Haberler