Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Li zanîngehan kurdî zêde dibe lê mamoste tune

Li zanîngehan kurdî zêde dibe lê mamoste tune

27 Eylül 2012 Perşembe 16:43
Li 3 fakulteyên Zanîngeha Dîcleyê, îsal dersa bijarte ya kurdî destpê dike. Lê ji ber kurdî salên dirêj qedexe bû, hejmara mamosteyên ku dersê bidin kêm e. Ji ber vê sedemê jî, hejmar hat sînorkirin.

Li Zanîngeha Dîcleyê dersa bijarte ya kurdî her diçe zêdetir dibe. Serokê Daîreya Karên Xwendekaran Necîm Çelîk ji Rûdawê re axivî û der barê mijarê de agahî da. Çevîk da zanîn ku 2-3 meh beriya niha serî li Saziya Perwerdehiya Bilind (YOK) dane û wiha got: "Me 400 kontenjan xwestibû. YOK'ê got hê sala yekem e, dibe ku têra xwe mamosteyên perwerdehiyê bidin tunebe, lewma jî 150 kes bes in. Serlêdana me, ji bo Lîsansa Bilind a Bi Kurdî ya Bê Tez bû. Nivîsa erêkirinê ya YOK'ê hê nû gihîşt destê me."

Pêdiviya ji bo mamosteyên kurdî

Çelîk ragihand ku Enstîtuya Zanistên Civakî li ser vê mijarê xebat dike û wiha pê de çû: "Me nivîsa YOK'ê ji vê enstîtuyê re şand. Em niha li benda bersivê ne. Dema ku bersiv were, em ê dest bi girtina serlêdanan bikin." Çelîk anî ziman ku sedema serlêdana wan, daxwaza ji bo kurdî ya ku zêde bûye û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ger ku di pêşerojê de li dibistanan perwerdehiya bi kurdî bê dayîn, dê pêdivî bi mamosteyan hebe. Ji bo em ji vê daxwazê re bibin bersiv, me dest bi xebatek wiha kir."

Li 3 fakulteyan dersa bijarte ya kurdî destpê dike

Çelîk, da zanîn ku li Fakulteya Tibê, Fakulteya Perwerdehiyê û Fakulteya Îktisadê jî îsal dersa bijarte ya kurdî destpê dike.(Rûdaw)

Diğer Haberler