Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Lîstikvanê kurd bû şampiyonê “wabba”

Lîstikvanê kurd bû şampiyonê “wabba”

17 Haziran 2012 Pazar 13:38
Lîstikvanê kurd yê werzişa leşciwaniyê, Serdar Îsmaîl di şampiyoniya navdewletî ya leşciwaniyê ya “wabba” ya Îtaliyayê de bû yekem.

Lîstikvanê kurd yê werzişa leşciwaniyê, Serdar Îsmaîl di şampiyoniya navdewletî ya leşciwaniyê ya “wabba” ya Îtaliyayê de bû yekem.

Sekreterê liqa Hewlêrê ya Federasyona Laşciwaniya Kurdistanê, Ehmed Xebat ji AKnewsê re got di roja yekem a şampiyoniya wabba de, ku li bajarê Venice ya Îtaliya tê sazkirin, ji bilî ku di asta kêşên biçûk de medaliya zêr bi dest ve anî, kûpa şampiyoniyê jî qezenc kir û bû şampiyon.

Xebat diyar kir herwiha lîstikvanên din ê Kurd, Omer Feysel di asta kêşên navend de medaliya zêr qezenc kir. Di şampiyoniya wabba de 3 lîstikvanên Kurd beşdar bibûn.

Serokê liqa wabba ya Îraqê, Ehmed Mecîd Rambo ku di heman demê serokê tîma leşciwaniya Kurdistanê li Îtaliya ye, ji AKnewsê re got, lîstikvanên Kurd xwe baş amade kiribûn ji ber wê jî encamên baş bi dest xistin.

Rûdaw

Diğer Haberler