Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Lubnan hilberînê li Kurdistanê dike

Lubnan hilberînê li Kurdistanê dike

09 Ağustos 2012 Perşembe 16:04
Kompaniyeke endezyarî ya lubnanî hatiye Herêma Kurdistanê û dixwaze di hêla tram û tirênan de hilberînê bike.

Îro şandeke kompaniya (Dar El-Hendese) ya lubnanî li gel serokê liqê Iraqê yê vê kompaniyê Nebîl Hedad serdana wezîrê guhastin û gihandinê yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Jonson Siyaweş Eyo kir û amadebûna xwe ji bo hilberînê li Herêma Kurdistanê nîşan da.

Di rûniştinê de wezîrê guhastin û gihandinê behsa masterplana wezareta xwe di warên cuda de û sektora guhastin û projeyên tram û tirên û nûkirina basan kir û kompaniya lubnanî amadebûna xwe ji bo karkirina di projeyan û hilberînê de li Herêma Kurdistanê, nîşan da.

Kompaniya (Dar El-Hendese) di sala 1956an de hatiye damezrandin û di rêza kompaniyên serkeftî yên cîhanê de di rêza 200î de tê û di warê şêwirmendiya endezyarî de, kar dike.(rudaw.net)

Diğer Haberler