Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Mafê kurdane çarenivîsa xwe diyar bikin

Mafê kurdane çarenivîsa xwe diyar bikin

30 Mart 2012 Cuma 14:19
Kosret Resûl, ragihand ku ew piştgiriya projeya reformê ya Serokê Herêma Kurdistanê dike û tekîd kir ku mafê kurdane çarenivîsa xwe diyar bikin.

Hewlêr, 30 Adar – Kosret Resûl piştî ku duhî wek Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê sûnda yasayî xwar, ragihand ku ew piştgiriya projeya reformê ya Serokê Herêma Kurdistanê dike û tekîd kir ku mafê kurdane çarenivîsa xwe diyar bikin.

Cîgirê Serokê Herêmê Kosret Resûl, duhî, di gotarekê de li Parlamentoya Kurdistanê de tekîd li ser hevkarîkirina Serokê Herêmê kir ji bo serxistina projeya wî ya reformê û wiha daxuyand:

“Di warê reform û serxistina demokarsî, dadperweriya civakî û baştirkirina jiyana welatiyan de ez ê hevkariya Serokê Herêmê bikim.”

Kosret Resûl di dema ku ji avahiya parlamentoyê derket, bersiva pirsên rojnamevanan da û ragihand, “Wek Herêma Kurdistanê mafê me ye sûd ji rewşa navçeyê werbigirin û mafê çarenivîsa me hebe.”

(AKnews)

Diğer Haberler