Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Makeqanûn îsal çênebe sala bê zehmet e çêbe

Makeqanûn îsal çênebe sala bê zehmet e çêbe

29 Nisan 2012 Pazar 12:56
Galîp Ensarîoglu, diyar kir ger pirsgirêka kurd nebe makeqanûna nû dikare di nava heftiyekî de çêbibe û wiha got: “Ger îsal ev makeqanûn çênebe, di 2013’an de zehmet e çêbibe.."

Diyarbekir  – Parlamenterê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu, diyar kir ger pirsgirêka kurd nebe makeqanûna nû dikare di nava heftiyekî de çêbibe û wiha got: “Ger îsal ev makeqanûn çênebe, di 2013’an de zehmet e çêbibe. Lewre wê çaxê hilbijartinên rêveberiyên herêmî dest pê dikin.”

sempozyummakeqanunLi Diyarbekirê ji aliyê Komeleya Di Perwerdehiyê de Çareseriya Hevpar ve, sempozyûmeke bi navê “Makeqanûna Nû Diyarbekir” hate lidarxistin. Ji 40 bajêran 50 xwendekarên zanîngehê jî tevli sempozyûmê bûn. Ji Diyarbekirê jî 200 xwendekar di sempozyûmê de amade bûn. Sempozyûm li Salona Resepsiyonê ya Tîgrîsê pêk hat.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemîr, di vekirina sempozyûmê de diyar kir ku gelê kurd miletek e û divê mafên gelê kurd ê miletbûnê bê dayîn. Parlamenterê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, di axaftina xwe de pirsa “Gelo divê makeqanûn hesaba kesên ku li Roboskiya Qilebanê hatin qetilkirin û li Girtîgeha Sîncanê rastê desdirêjahiyê hatin nepirsiya?” kir.

Parlamenterê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu jî di axaftina xwe de, bal kişand ku li Tirkiyeyê 70 nijadên cuda hene û li ser van hemû nijadan polîtîkayên asîmîlasyonê hatine meşandin. Ensarîoglu, destnîşan kir ku ger pirsgirêka kurd nebe çêkirina makeqanûnê hêsan e û ger ev makeqanûn îsal çênebe, di sala 2013’an de zehmet e çêbibe. Rojnamevan Nuray Mert jî da zanîn ku di vê demê de makeqanûn tê amadekirin lê derdoreke azad ku mirov fikr û ramanên xwe vebêje tune ye.

Rêveberê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Osman Ozçelîk jî got makeqanûna heyî makeqanûneke faşîzane ye û wiha got: “Em weke KCD ji vê makeqanûnê perwerdehiya zikmakî, mafên birixêstinbûna kurdan, naskirina statûya kurdan û pejirandina xweseriya demokratîk dixwazin. Me xwest ev daxwazên me bi kampanyayeke îmzeyan bidome. Lê waliyan nehişt em îmze berhev bikin û ev daxwaz qedexe kirin. Bi vî awayî gelo dê çawa makeqanûneke nû bê çêkirin?”

md AKnews
 

Diğer Haberler