Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Malbata Qazî Mihemmed serdana gora Barzanî kir

Malbata Qazî Mihemmed serdana gora Barzanî kir

28 Ağustos 2012 Salı 12:38
Heyetek ji rojhi‌latê Kurdistanê, di bin se‌rokatiya endama malbata Qazî Mihemed Pijîşk Ge‌ze‌ng de serdana gora Mele Mistefa Barzanî kir.

Heyetek ji rojhi‌latê Kurdistanê, di bin se‌rokatiya Pijîşk Gezeng a ji malbata yek ji pêşengên kurdan Qazî Mihme‌me‌d de, hat Herêma Kurdistanê. Heyeta ku gora Mele Mistefa Barzanî ziyaret kir, ji aliyê nûne‌rê Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî, Xe‌lat Barzanî ve‌ hat‌ pêşwazîkirin. 

Heyetê piştî ku li ser gora Barzanî fatihe xwend, gul danî ser gora wî. Pijîşk Ge‌ze‌ng li ser wateya vê serdanê axivî û kêfxweşiya xwe ya ji ber vê serdanê anî ziman. Pijîşk Gezeng wiha got: "Ez îro be‌xte‌war im. Ji ber serdana gora nemir, ev rojeke girîng e. Ez ji hemû malbatên‌ kurd daxwaz dikim ku‌ ew xe‌bat û rêbaza pîroz a Barzaniyê nemir ku em bi cîhanê dan nasandin, bilind bikin û serdana me‌zarê ne‌miran wekî erkekî xwe bizanibin."(Rûdaw/Netkurd)

Diğer Haberler