Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Malikî 8 helîkopterên şer û betalyoneke topan şandine navçeyê

Malikî 8 helîkopterên şer û betalyoneke topan şandine navçeyê

03 Ağustos 2012 Cuma 14:13
Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî, bêyî ku pirsa ti aliyekî bike û bêyî ku Herêma Kurdistanê jî haydar bike, leşkerên Îraqê şandin navçeyên nakokî li ser li sînorê Parêzgeha Neynewa, ku ji sala 2003yê ve di destên pêşmergeyan de ne.

Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî, ku di heman demê de Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên ên Îraqê ye, herwiha Wezaretên Parastin û Hundir jî bi wekalet ji aliyê wî tên birêvebirin, bêyî ku pirsa ti aliyekî bike û bêyî ku Herêma Kurdistanê jî haydar bike, leşkerên Îraqê şandin navçeyên nakokî li ser li sînorê Parêzgeha Neynewa, ku ji sala 2003yê ve di destên pêşmergeyan de ne.

Serê sibeha 27ê Tîrmeha 2012ê herdu lîwayên 37 û 38 ên tîpa 10ê ya artêşa Îraqê bi hênceta parastina sînorê Îraqê yên ligel Sûriyê, ji bajarê Nasiriye hereket kirin berbi pira Sihêla li navçeya Zumar (30 kîlometre li başûr-rojavayê Zaxoyê) ku navçeyeke nakokî li sere di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de heye, lê Lîwa 8ê ya hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê himberî wan rawestiyan û rê nedan ew herin pêş.

Fermandarê Pêşmergeyan, General Îzzedîn Sado, bo Rûdawê got "vê hêzê bi fermana rasterast a Malikî hereket kiriye û armanca wan ev bû ku heta Pira Sihêla bên." Herwiha got "eger ev hêz heta pira Sihêla bê, wê navçeyên Zumar, Şengal û Mîran bikevin bin kontrola artêşa Îraqê. Ev navçe jî hemû yên Kurdane û ji piştî rûxyana rejîma Saddam  di 2003yê de ew di bin desthilata hêzên pêşmerge de ne."

Reakisyona Malikî

Piştî ku hêza pêşmergeyan nehişt ku ev du lîwayên artêşa Îraqê derbasî sînorê Herêma Kurdistanê bibin, Nûrî Malikî reakisyoneke tund nîşan da û daxuyaniyekê de ragihand "rêgirtina li leşkerên Îraqê ji aliyê hêza pêşmergen ve li sînorê Parêzgeha Neynewa û gefkirina bi zimanê çekê, dawiya vê bi xêr nabe."

Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê jî zû bersîva daxuyaniya Malikî da û ragihand "em pêgirên destûrê ne û ti carî dijî destûrê Îraqa federal naxebitin. Lê ev aliyê ku maddeyên ’9, 61, 121 û ... hwd’ yên destûrê binpêkirine, bi kêfa xwe û bêyî liberçavgirtina destûrê fermandeyan (tîp, serkirdeyên operasyonan, bi sedan berpirsên bilind ên saziyên leşkirî û ewlehiyê û ...hwd wezîfedar dike, ew lîstikê bi agir dike."

Armanca vê hêza Îraqê

Li gor analîzên şîrovekaran, Îraq bi şandina vê hêzê dixwaze çar armancan pêkbîne. Yekem: sînoran digire bo parastina rejîma Esed. Duyem: peyameke gefkirinê bide Tirkiyeyê ku piştevaniya opozisyona Sûriyê dike bo rûxiyana rejîma Esed û niha jî arîkariya Herêma Kurdistanê dike di şandina neftê de bo derve. Sêyem: sûd ji vê derfetê bigire bo girtina navçeyên nakokî li ser li Parêzgeha Neynewa. Çarem: Îraq dixwaze bi girtina sînorê Sûriyê ligel Herêma Kurdistanê, rêya têkiliya Herêma Kurdistanê û Amerîka ligel navçeyên Sûriyê bigre.

Lê aliyê din, li gor efserekî pile bilind ê Lîwa 8ê ya hêza pêşmergeyan bo Rûdawê got, armanceke din a hatina vê hêzê eve ku "navçeya navbera Zumar û gundê Qahîre bigre ku gellek bîrên neftê li wir hene li nav xaka Îraqê û li aliyê xaka Sûriyê jî bîrên neftê gellek in li ser sînorê Îraqê. Niha gellek kar di van bîrên neftê de tê kirin û eger leşkerên Îraqê bên van navçeyan, wê tevaya van bîrên neftê yên ku kompaniyeyên neftê tê de dixebitin ji aliyê leşkerên Îraqê bên desteserkirin." Herwiha cîgirê wezîrê pêşmerge, Enwer Hacî Osman, jî ragihand ku armanca vê hêza Îraqê eve heta deriyê Pêşabûr (Fîşxabûr) biçe û destê xwe deynê ser hemû zeviyên neftê.

Heşt helîkopterên şerker li Mûsil in

Li gor zanyariyên Îzzedîn Sadî, piştî bicihkirina vê hêza leşkerên Îraqê niha gellek çek û teqemenî bo wê hêzê anîne navçeyê: "Niha betalyoneke topan, ku bêtirî 15 topên 150 mm ligel de ne, bo piştevanîkirina vê hêzê hatiye navçeya Keskê ya girêdayî Parêzgeha Mûsilê." Herwiha "heşt helîkopterên şerker anîne, ku çar li Telafer û çar jî li Firokexaneya Esed di navbera bajarê Qayim û Rebîye li ser sînorê Sûriyê danîne. Doşke û roket jî ligel van firokeyan hene."

Her li gor zanyariyên vî fermandarê hêza pêşmergeyan, niha ev hêz hatiye heta gundê Qahîre yê girêdayî bajarokê Rebiye û dixwest bê heta Pira Sihêla: "Di navbera gundê Qahîre û Pira Sihêla 19 kolîmetre hene, leşkerê Îraqê dixwest vê navçeyê ji bin desthilata Herêma Kurdistanê derxîne. Lê niha du lîwayên pêşmergen li wir hatine bicihkirin û di amadebaşiyê de ne bo bersîngkirina her rûbirûbûnê û hatina pêş a leşkerê Îraqê." Li gor hin zanyariyan hêzên Îraqê kîlometre û nîvê xwe paşde vekişandine.

Derbarê ve yekê de, şêwirmendê serokwezîrê Îraqê, Elî Musewî, bo Rûdawê got: "Rewşa Sûriyê xirab e, leşkerê Îraqê jî dixwaze sînorên Îraqê ligel Sûriyê biparêze û divê biçe wî cihê ku jê re hatiye destnîşankirin." Li gor zanyariyên Rûdawê, Amerîkiyan hişyarî dane leşkerên Îraqê ji ber vê pêşdeçûnê.

“Ne têkildarî daxuyaniya Barzanî ye“

Elî Musewî red kir ku hêza Îraqê xwe paşde bikşîne û got "pêwîstiya van navçeyan bi hêza leşkerê Îraqê heye û emê jî vê pêwîstiyê cihbicih bikin. Em bi îsrar in li ser vê mijarê, ji ber ku parastina Îraqê, tevî Herêma Kurdistanê jî, di stûyê hikûmeta Îraqê de ye."

Lê sekreterê giştî yê Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê, Cebar Yawer, dibêje "bila leşkerên Îraqê 300 kîlometreyên xwe ligel Sûriyê biparêze ku terorîst jê tên Îraqê, lê neyê van 15 kîlometreyên ku di destên pêşmergeyan de ne." Hatina van hêzan piştî daxuyaniya serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, çêbû ku gotibû Kurdên Rojava li Herêma Kurdistanê tên perwerdekirina. Lê Şêwirmendê Malikî red kir ku anîna van hêzan têkildanî daxuyaniya Barzanî be û got "ev hêz berî daxuyaniya Barzanî ketibû hereketê."

Parêzgerê Neynewa, Esîl Nucêfî, derbarê hatina wan leşkerên Îraqê de bo Rûdawê got "ti kesî em haydar nekirine û em nîgeran in û pêwîst bû berî demê em haydar bikirane."

Gelo wê şer biqewime?

Şêwirmendê serokwezîrê Îraqê, Elî Musewî, hişyariyê dide Herêma Kurdistanê û dibêje: "Eger pevçûn çêbû, wê encamên xirab jê derkevin û divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsyariya encaman bigre stûyê xwe." Fermandarê Pêşmergeyan, Îzzedîn Sado, jî got "em dest bi şer nakin, lê eger şer pêkhat, wê rewş li Kerkûk, Xaneqîn, Celewla û Mûsilê ji biteqe û bibe şerekî seranserî."

Hin parlementerên kurd di wê baweriyê de ne ku şikestina hewlên jêstandina baweriyê ji Nûrî Malikî bûne sedema bihêzbûna Malikî ku bi vê şêweyê tevbigere. Necîb Ebdilla got "jêstandina baweriyê ji Malikî derfeteke baş bû bo Kurdan, lê mixabin Kurdan bi xwe ev derfet ji destê xwe kirin."

Helwesta Amerîkayê

Balyozxaneya Amerîkaye li Bexdayê jî derbarê pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê de bo Rûdawê got ku ew bi şêweyekî temam haydarî pirsgirêkane û çavdêriya Hikûmeta Herêma Kurdistan û Îraqê dikin û ew di wê baweriyê de ne ku vê carê divê Îraqî bi xwe bighijin encamekê ku di çarçoveya destûr û yasayê de be. Balyozê Amerîkayê got: "Amerîka di vê rewşê de alîgiriyê nake, lê dixwaze çareseriyek li ser destên Îraqiyan çêbibe." Herwiha got Amerîka dixwaze danûstandin di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam be: "Em piştevaniya berdewamiya danûstandinan dikin û daxwazê ji hemû aliyan dikin ku pêgirên bikaranîna destûr û bendên yasayê bin, daku bighijin çareseriyê."(Rûdaw)

Diğer Haberler