Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
‘Malikî soz da hêzên pêşmerge ji Mûsilê dûr bixe’

‘Malikî soz da hêzên pêşmerge ji Mûsilê dûr bixe’

05 Haziran 2012 Salı 00:01
Hejmarek karbidestên Şebek û Ereb li parêzgeha Mûsilê aşkera dikin ku Serokwezîrê Iraqî Nûrî El Malikî razî bû ku hêzên Pêşmerge û asayişê yên Kurdî ji Mûsilê dûr bixe.

Hewlêr, 4 Hezîran - Hejmarek karbidestên Şebek û Ereb li parêzgeha Mûsilê aşkera dikin ku Serokwezîrê Iraqî Nûrî El Malikî razî bû ku hêzên Pêşmerge û asayişê yên Kurdî ji Mûsilê dûr bixe. Malikî li dawî ya meha bihurî serdana Mûsilê kir û civîna Encûmena Wezîran li wî bajarî lidar xist. Li gorî tora nûçeyan VOA ya amerîkî, raporeke beşê kurdî yê radyoya dengê Amerîka Malikî di dema serdana xwe ya bo parêzgeha Mûsilê de, li ser daxwaza welatiyan, soz daye ku hêzên pêşmerge ji Mûsilê dûr bixe. Mihemed Îbrahîm, peyvdarê Tevgera Şebek ya Demokratîk, got ku yek ji daxwazên serekî yên wan ji Malikî derxistina hêzên Kurdî bû li Mûsilê. Herwiha Yehya Abid Mehcûb, endamê Encûmena Parêzgeha Mûsilê, got ku wan nîgeraniya xelkê Mûsilê beramberî hebûna hêzên Pêşmerge gihande Malikî. Herdu karbidest dibêjin Serokwezîrê Iraqê soz da ku daxwazên wan ji bo dûrxistina hêzên Kurdî li Mûsilê bi cîh bîne. (AKnews)

Diğer Haberler