Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
’Mayîn bi birayê min ve kirin û wî înfaz kirin’

'Mayîn bi birayê min ve kirin û wî înfaz kirin'

26 Ağustos 2012 Pazar 03:31
Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya Cizîrê berdewam kirin. Vê hefteyê çîroka Abdulkerim Kalkan yê di sala 1994'an de ji malê hate revandin û li bin pirê hate înfazkirin vegot.

Birayê Kalkan Mehmet Kalkan diyar kir ku, 19 salin hêj gorek birayê wî tune. Hevjîna Kalkan Zekiye Kalkan jî anî ziman ku, hestiyê hevjînê wê jî nedan wan û xwest êdî winda bên dîtin û kujer bên darizandin.

Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe ya li ber Lîseya Cizîrê berdewam kirin. Dîsa dayîkan wêneyên xizmên xwe û zarokên xwe xistin hembêza xwe û li ber dîwarê lîseyê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di çalakiyê de Serokê BDP'a Cizîrê M. Nezîr Akengîn û nûnerên MEYA-DER'ê amade bûn. Çalakiya ku her hefteyê çîroka welatiyekî tê vegotin, vê hefteyê çîroka Abdulkerim Kalkan yê di sala 1994'an de ji aliyê Fermandar û Serokê JÎTEM'ê Cemal Temizoz ve ji malê hate binçavkirin û di bin pirekê de hate înfazkirin hate vegotin.

Birayê Kalkan Mehmet Kalkan diyar kir ku, 19 salin hêj gorek birayê wî tune û wiha got: "Birayê min ji aliyê Serbaz Cemal û leşkerên wî ve di sala 1994'an de nîvro ji malê hate binçavkirin. Leşkeran bi ser gundê me Mehmidî de girtin û birayê min birin. Pişt re Sercerdevan Kamil Atak li bin pirayê birayê min kuştin."

BI BOMBEYÊ ÎNFAZ KIRIN

Kalkan anî ziman ku, birayê wî di bin pira di navbera gundê Mehmidî û Bozalanê de înfaz kirin û wiha axivî: "Mayin bi birayê min ve girê dan û ew înfaz kirin. 19 sal li ser bûyerê re derbaz bû hêj bûyer ronî nekirine. Em dibêjin êdî bese. Heta aqûbeta birayê min ronî bibe û kujer bên darizandin em dê çalakiya xwe berdewam bikin. Heta ku Cemal Temîzoz, Hâkîm Guven, Kamîl Atak bên darizandin û cezakirin em dê têbikoşin.

Hevjîna Abdulkerim Kalkan Zekiye Kalkan jî anî ziman ku, hevjînê wê 4 zarok li pey xwe hiştin û wiha got: "Hestiyê wî jî nîşanî me nedan. Cemal Temizoz, Kamil Atak û Hâkim Guven qatilê hevjînê minin. Bi salanin em vê yekê ji dadgehê re dibêjin lê gotin û şahidiya me li ber çavan nagire."

Piştî daxuyaniyê komê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anî.(ANF)

Diğer Haberler