Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Mazlumderê kampanyaya îmzeyan da dest pê kirin

Mazlumderê kampanyaya îmzeyan da dest pê kirin

11 Ağustos 2012 Cumartesi 04:47
Komeleya Mafên Mirovan û Piştgiriya Bi Mazlûman re (Mazlumder) li tevahiya Tirkiyeyê û Kurdistanê, ji bo betalkirina biryarên derbeya postmodern a 28’ê Sibatê dest bi kampanyaya îmzeyan kir.

Komeleya Mafên Mirovan û Piştgiriya Bi Mazlûman re (Mazlumder) li tevahiya Tirkiyeyê û Kurdistanê, ji bo betalkirina biryarên derbeya postmodern a 28’ê Sibatê dest bi kampanyaya îmzeyan kir. Îmze dê ji Parlamentoya Tirkiyeyê re bên şandin.

Mazlumderê serê sibehê li ber Mizgefta Mezin û piştî nîvro jî li ber AZC Plazaya Ofîsê ya Amedê standên îmzeyan vekir. Armanca standê rakirina hemû biryarên daraz û îdarî ya 28’ê Sibatê ye.

Îmzeyên ku bên berhevkirin dê ji Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê re bên şandin. Di daxwaznameya îmzeyê de tê diyarkirin di 28’ê Sibata 1997’an de, piştî Civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî li heberî daraz û siyaseta sivîl mudaxale hatiye kirin. Di daxwaznameyê de tê gotin ev mudaxale ji aliyê hêzên neqanûnî ve hatine kirin, ji ber vê yekê tu rewatiya van mudaxaleyan tune ye û divê ev biryar ji holê bên rakirin.

Her wiha di daxwaznameyê de tê destnîşankirin bi hezaran kesên oldar ji ber van biryaran ketibûn tengasiyê û mudaxaleyê pêşeroja van kesan hatiye kirin.

Hêjayî gotinê ye di dema Hikûmeta Refahê de, 28’ê Sibata 1997’an de ji aliyê leşkeran ve bi awayeke postmodern li hemberî hikûmeta sivîl derbe pêk hatibû. Leşkeran li Sincanê bi tanqan dest bi meşê kiribû. Piştî vê derbeyê hikûmeta Refahê ji holê rabû, partiya Refahê hate girtin. Hêjayî gotinê ye Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, Serokomar Abdullah Gul û Bulend Arinç jî kadroyên sereke yên Refahê bûn û piştre ji Serokê Refahê Necmettîn Erbakan veqetiyabûn.(Rûdaw)

Diğer Haberler