Newepel de nuştoxê neweyî
Hûmara 96. ya Newepelî Vejîya. Nuştoxanê na hûmare ra Sedef Kandemir, Newal Nupel, Ferîd Îbrahîm Sevinç û Meral Güntaş reya verên a ke Newepel de dest bi nuştişê kirdkî kenê.
Wêjeya kirmanckî û  Seyda Melle Ehmedê Xasî
Nivîskar-lêkolîner Roşan Lezgîn, Ehmedê Xasî wek destpêka wêjeya kirmanckî bi nav kir û got ew him zanayekî olî him jî zanayekî felsefeyê bû û bi 4-5 zimanan dizanîbû.
Kürdistan Kamuoyuna [Sıdkı ZİLAN]
Kürdistan İslami Hareketi (AZADÎ) eski Genel Sekreteri, Evet-Hayır Kampanyası ve diğer konulara ilişkin basın açıklaması yaptı.
Me Jenosîda Helebçeyê Jibîr Nekirîye û Em Jibîr Nakin Jî

Me Jenosîda Helebçeyê Jibîr Nekirîye û Em Jibîr Nakin Jî

16 Mart 2017 Perşembe 00:06
Piştî 29 salên jenosîda Helepçeyê, li her çar perçeyên Kurdistanê jî komkujî, qetlîam û kuştin û wêranî hîna jî berdewam e.

Me Jenosîda Helebçeyê Jibîr Nekirîye û Em Jibîr Nakin Jî

Li ser komkujîya Helebçeyê 29 sal derbas bû.

16ê Adara 1988an di dîrokê Kurdistanê de rojeke reş e. Di vê rojê de li Helepçeya Başûrê Kurdistanê rejîma Sedam Huseynî, bi bombeyên kîmyewî, di nav çend deqîqeyan de zêdeyî ji 5000 kesî qetil kirin. Piranîya qurbanîyan zarok û jin û pîr bûn. Ya herî balkêş jî piştî du rojan dinyayê bihîst ku bajarê Helepçeyê tuşî jenosîdeke bi vî rengî bûye.
Mixabin hemû dewletên cîran û yên cihana Erebî, Rusya, Japonya, Çîn, Dewletên Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî bêdeng man û çavên xwe ji vê jenosîdê re girtin.

Piştî 29 salên jenosîda Helepçeyê, li her çar perçeyên Kurdistanê jî komkujî, qetlîam û kuştin û wêranî hîna jî berdewam e.

Lê belê, ne jenosîdên pêştir, ne ya Helebçeyê, ne jî yên vê paşîyê lidarketine, nekarîbûye rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire.

Li Başûrê Kurdistanê zarokên ku ji enfal û jenosîda Helebçeyê filitî ne, li gel hemû pirsgirêk û êşên xwe ve îro di destê wan de ala rengîn, ber bi serxwebûnê ve dimeşin.

Li Rojavayê Kurdistanê, gelê me dikare bi yekgirtineke netewî û bi îdareyeke hevbeş statuyekê bidest bixe.

Li Rojhilatê Kurdistanê yekitîya netewî êdî ji hemû deman zêdetir, wek pêwîstîyeke esasî derdikeve pêş.

Li Bakurê Kurdistanê, rawestandina vî şerê heyî, daxwaz û pêwîstîyeke sereke ya gelê me ye. Li himber vî şerê heyî, helwesteke Kurdistanî, netewî û yekgirtî pêwîste.
Belê, Helebçe ne bes jenosîda li dijî gelê Kurdistanê bû, ew herweha jenosîdeke li dijî mirovatîyê jî bû.

Divê hemû Kurdên cîhanê jibo ku Helebçe wek jenosîdekê bê qebûl kirin, daxwazê ji Netewên Yekbûyî, ji Yekitîya Ewrûpa û ji hemû dewletên cîhanê bikin.
Em şehîdên Helebçeyê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û giramî bibîr tînin. Xweda wan bi rehma xwe şad bike.

-Helebçe Jenosîd e.

-Em Helebçeyê ji bîr nekin ku bila Helebçeyên nû rû nedin!
16.03.2017

HEREKETA AZADÎ, PAK, PDK-Bakur, PSK

Diğer Haberler