Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Medvedev: Sûriyê dê parçe parçe bibe

Medvedev: Sûriyê dê parçe parçe bibe

21 Nisan 2017 Cuma 11:15
Serokwezîrê Rûsyayê Dmitry Medvedev ragihand, eger pirsgirêka Sûriyê berdewam bike, dê dewleta Sûriyê hilweşe û parçe parçe bibe.

Dmitry Medvedev îro Çarşembiyê di pralamentoya Rûsyayê de gotarek pêşkêş kir û li ser krîza Sûriyê û rewşa dawîn li wî welatî axivî.

Demitry Medvedev ragihand, eger pisgirêka Sûriyê berdewam bike, û rewşa li wî welatî neyê çareserkirin, ew yek dikare bibe sedemek ku dewleta Sûriyê hilweşe.

Medvedev got, Rûsya nikare bandorê li ser helwesta wan şirîkan bike yên ku hewl didin siyaseta xwe li gorî hêzên cuda cuda yên ku di nava NATOyê de hene, dadirêjin.

Serokwezîrê Rûsyayê diyar kir, lê belê ew yek eşkere ye ku, eger tundûtîjiyên li Sûriyê berdewam bibin, dê wê demê dewleta Sûriyê parçe parçe bibe û ew yek jî dê bibe sedema serkeftina beşek ji grûbên terorîst li Sûriyê.

Di heman demê de Dmitry Medvedev got: “Ev şer li dijî planên me ye. Lê di vê çarçovêye de, hikûmeta û Wezareta Derve ya Rûsyayê di bin serokatiya Serokê Rûsyayê de kar dikin, ji bo ku em bikaribin çareseriyekî ji bo krîza Sûryê bibînin.”

Rûdaw

Diğer Haberler