Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Mehmet Agar, Demirel û Kefxweşiya Apo!

Mehmet Agar, Demirel û Kefxweşiya Apo!

18 Nisan 2012 Çarşamba 19:35
Dewletê merasîma keçikên Îmam-Xetîbê jî bi gaza rondikrêj midexele dikira.

Di 18ê Tebaxa sala 1998an de li ‘Stenbol Buyuk Kulub’ê dewetek bi mereq hebû. Bona dewetê eleqe ew qas mezin bû, bûk û zava jî zehmet gihatin cihê xwe. Mehmet Agarê ku ji ber pêwendiyên Susurlukê îstifa kirî, kurê xwe dizewicanda.

Şahidên mehrê yek Kenan Evren bû, yek jî Serokkomar Suleyman Demîrel bû. Kesê nîkehê bibire jî, şaredarê Stenbolê Recep Tayyîp Erdogan bû. 1700 kesên ji sosyeteya Stenbol û siyaseta Enqere li cihê rûniştin. Çav li benda dewetkarê herî girîng bûn.  dîroka dewetê jî li gorî bernameya wî hatibû amade kirin. Suleyman Demîrel bû.  

20 deqe ji destpê kirina dewetê re mabû, nûnerê Demîrel (Ozel Kalem) li Mehmet Agar geriya û got ku Demîrel nayê dewetê.

Di raya giştî de gotina ‘Demîrel ji ber pêwendiyên Susurlukê naçe dewetê’, lê heta 20 deqe mayî jî tu nîşana neçûne ne dabû.

Biryara dawî di dewetê de bû sedema nexweşiyê. Di serî de Agar herkes şoqê de mabû. Agar şaşîbûna xwe ji Ertugrul Ozkok re wia gotibû: ‘roja dewetê jî me bihevre kifş kiribû’

Li ser pirsan Agar bersivek kurt da: ‘di edetên me de gotinek heye ‘yên hatin jî saxbin, yên nehatin jî’

Heke em sedema neçûna Demîrel baş fêhm nekin, em nikarin, ne 28 Sibat, ne jî Susuluk ê fêhm bikin.

Her em ketin di nav kar de, kerem bikin fîlmê paşve babidin.  Em herin MGK ya sala 1997 a ku hikumeta Erbakan ji wezîfê ketî. Di civînê de biryarek girîng hat girtin û Kitaba Sor, yanî belgeya ewlehiya netewî hate guherandin. Şûna teror îrtica bû talukeya yekem. Biryarek din jî xistin belgeye. ‘ bi rêxistinên sûc re tekoşîn.’ Ev xal ji hev dûrbûna artêş û saziyên weke Susurlukê  hat şîrove kirin.

Bi gotina fermandarê fermî ê behrê Guven Erkaya pêvajo temam bû: ‘îrtica ji PKKê bêtir bi talukeye’

Baş e esker çima vê dikira? Jixwe hikumeta Erbakan ji wezîfê ketibû. Çi bihata xwestin, Mesut Yilmaz dianiya cih.Dewletê merasîma keçikên Îmam-Xetîbê jî bi gaza rondikrêj midexele dikira.

Herkes zen dikir ku ew peyam bona dîndaran e. Tu kesî nizanî ku ew peyam ji PKKê re hatiye dayîn.

Ji bilî kesekî: Abdullah Ocalanê li Şamê dijî, wê mesajê girtibû.

Ocalan di nivîsa rojnameya Serxwebûn a bi mijdara 1997 dîrok ji vê peyamê memnûniyeta xwe wisa tîne ziman: ‘ev 4-5 sal bûn ku PKK weke talukeya yekem dihat dîtin. Lê niha Îslam yanî Partiya Refahê talukeya yekem e. Generalên niha dibêjin bûyera Refahê di heyama 12 Îlonê de pêk hat. Yanî pêşveçûna dîn di 12 Îlonê de pêk hatiye, helwest li ber 12 Îlonê tê dayîn. HADEP dikare weke cemiyeta parastina mafên rohilata Anadolê (Doğu Anadolu Müdafaa-i Hukuk Cemiyeti) bixebite. Koma xebatên Rojavayê çiye? Cemiyeta parastina mafên rojavaya Anadolê ye’   (Batı Anadolu Müdafaa-i Hukuk Cemiyeti)

Hikumeta Mesut Yilmaz ji aliyekî pêvajoya Awrupayê bilez dikir, ji aliyê din ve jî, li dijî avahiyên weke Susurlukê tekoşîn dida. Di vê rê de Yilmaz kulm jî xwar.

Piştî neçûna dewetê a Demîrel 13 roj şûnde, yanî 1 Îlon roja aştiyê de, Abdullah Ocalan bi telefonê li Med TV yê geriya û biryara agirbestê eşkere kir.

Peyama kesên 28 Sibat qewimand a ‘em dewletê diguherînin, em li dijî Susurlukê ne’ gihatibû navnîşana xwe.

Gelo 28 Sibatkiran çima vê yekê çêkiribûn?

Yildiray Ogur / TARAF (xeberenkurdi.com)

Diğer Haberler