Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Mehmûd Osman: Divê destpêkê Ocalan bê berdan

Mehmûd Osman: Divê destpêkê Ocalan bê berdan

06 Ocak 2013 Pazar 12:06
Mehmûd Osman diyar kir ku divê destpêkê Ocalan bê berdan û wiha axivî “Ji ber ku hevdîtinên nav girtîgehê de tenê bi sûda Erdogan e ne bi sûda kurdan.”

Parlamenterê serbixwe yê kurd li parlamentoya Iraqê, Mehmûd Osman diyar kir ku divê destpêkê Ocalan bê berdan û wiha axivî “Ji ber ku hevdîtinên nav girtîgehê de tenê bi sûda Erdogan e ne bi sûda kurdan.”

Parlamenterê kurd li parlamentoya Iraqê, Dr. Mehmûd Osman di rûpela xwe ya Facebookê de li ser hevdîtinên ku li Tirkiyê bi serokê PKK, Abdullah Ocalan re tên kirin, axivî.

Osman hêviya xwe li bara hevdîtinên bi Ocalan re anî ziman û wiha got “Em di wê baweriyê de ne ku danûstandinên rast û rijd divê bi berdana Ocalan dest pê bike û ev yek divê beriya hevdîtinan bê kirin.”

Li gorî dr. Mehmûd Osman, hevdîtinên ku li girtîgehê bi Ocalan re tên kirin tenê bi sûda hikûmeta Erdogan e û kurd ji vê yekê sûdê nabînin.

Parlamenter Osman ji PKK û Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) jî xwest vê pîvanê bişopînin.(Rûdaw)

Diğer Haberler