Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Messî: Ezê heta dawiyê li Barcelona bimînim

Messî: Ezê heta dawiyê li Barcelona bimînim

23 Haziran 2012 Cumartesi 11:37
Lîstikvanê nadarê Arjantînî û endamê tîma Barcelona ya Spanya, Lionel Messî, diyar kir, dê heta dawiya jiyana xwe ya werzişî de li Barcelona bimîne û qet naxaze li Real Madrîdê de bilîze.

Lionel Messî, li paytexta Kolombiya, Bogota, di civîneke rojnamevanî de got, Barcelona mala min e û ezê heta dawiya jiyana xwe ya werzişî li vê tîmê de bimînim.

Messî, li bara wê yekê de ku gelo îhtimal heye bibe endamê tîma Real Madrîd, got, ez qet naxazim herim Real Madrîdê û qet hizra wê jî nakim.

Messî, li bara rahênerê nû yê Barcelona de jî got, rahênerê nû yê Barcelona, kêfa me xweş kir ji ber ku ew beriya niha alîkarê Pep Guardiola bû û wek wî kar dike û wiha axivî:

“Çûyîna Guardiola ji Barcelona, ji nişka ve bû ji ber ku me qet pêşbîniya vê nedikir lê hatina rahênerê nû dilê me xweş kir.

Messî, 24 salî ye û bo cara sêyemîn wek lîstikvanê herî baş yê cîhanê xelata topa zêrîn wergirt.

AKnews
 

Diğer Haberler