Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Metirsiya ‘Hêza Dicle’ aliyên kurdî kirin yek

Metirsiya ‘Hêza Dicle’ aliyên kurdî kirin yek

23 Kasım 2012 Cuma 15:50
Helwestên Malikî himber Herêma Kurdistanê û avakirina Hêza Dicle wisa kir ku aliyên opozisyona Herêma Kurdistanê ligel PDKê û YNKê himber Bexda û Hêza Dicle yekdeng bin.

Hêza Dicle fitneyê çêdike", "Hêza Dicle gellekî metirsîdartire ji wê yeka ku tê behskirin", "em nîgeranin û tirsa me heye ji mêjiyê li pişt Hêza Dicle", "Hêza Dicle lîstina bi agir e". Ev gotinên berpirsên kurd in derbarê Fermandehiya Operasyonên Dicle ku ji aliyê serokwezîrê Iraqê, Nûrî Malikî, hatiye avakirin. Serokkomarê Iraqê, Celal Talebanî, ligel zîvirîna xwe bo bajarê Silêmaniyê helwesta xwe himber Hêza Dicle bi eşkere ragihand û got "daqurtandina meseleya operasyonên Dicle di vê demê de wê xizmeta aramî û rûniştina rewşa navçeyên nakokî li ser neke, lê berevajî wê bibe sedema pêkanîna alozî, dudilî û metirsiya zêde li pey xwe tine."

Ev gotinên Talebanî piştî vê yekê hat ku çendîn caran daxwaz ji serokwezîr kir ku karên vê hêzê rawestîne. Lê Malikî guh neda wî, lê karê operasyonên Dicle ferehtir kir. Şêwirmendê Malikî, Elî Musewî, derbarê nîgeraniyên Talebanî ji vê hêzê dibêje: "Hêza Dicle eger ne destûrî ye, bila cenabê Talebanî rêyên destûrî bide meşandin, ji ber ku dikare destûrê cihbicih bike." Musewî di dirêjiya daxuyaniya xwe de bo Rûdawê got: "Ti niyazeke Malikî tine bo hilweşandin yan rawestandina karê Hêza Dicle, Talebanî mafê wî heye her tiştekî bêje. Lê Malikî fermandeyê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê ye."

PDK: Emê Talebanî bi tenê nehêlin

Helwestên Malikî himber Herêma Kurdistanê û avakirina Hêza Dicle wisa kir ku aliyên opozisyona Herêma Kurdistanê (Goran, Yekgirtû û Komel) ligel PDKê û YNKê himber Bexda û Hêza Dicle yekdeng bin, ku berê YNK û Goran ligel aliyên din ên kurdî yekdeng nebûn û nebûn piştevanên jêstandina baweriyê ji Malikî.

Partiya Demokrata Kurdistanê jî piştevaniya helwesta Talebanî dike û avakirina vê hêzê weke "lîstina bi agir" bi nav dike. Peyvdarê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê, Cafer Îbrahîm, bo Rûdawê got ku "cenabê Mam Celal ti caran bi tenê nebûye û hemû deman cenabê Barzanî û PDK ligel wî bûne." Cafer Îbrahîm herwiha got: "Hin caran eger cudahî hebe, lê bo mijareke weke Kerkûkê, maddeya 140ê, meseleya destûrê, bihêzbûna bingeha Mam Celal li Bexdayê û aliyê kurdî, PDK mil bi milê Talebanî û YNKê radiweste."(Rûdaw)

Diğer Haberler