Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Mexdûrên Roboskî di bin zextê de ne

Mexdûrên Roboskî di bin zextê de ne

11 Mayıs 2012 Cuma 07:34
Parlamenterê BDP’ê yê Mêrsînê, Ertugrul Kurkçu, diyar kir, mexdurên bûyera Roboskiyê di bin zexta dewleta Tirkiyê de ne.

Parlamenterê BDP’ê yê Mêrsînê, Ertugrul Kurkçu, diyar kir, mexdurên bûyera Roboskiyê di bin zexta dewleta Tirkiyê de ne wiha got: “Gundiyên Roboskê tên darizadin û didin zorê ku giliyên xwe şun de bigirin”.

li gorî nûçeya CNN Turk, Ertugrul Kurkçu, li parlamentoya Tirkiyê civîeneke çapemeniyê saz kir û diyar kir, ligel ku di ser komkujiya Roboskiyê re 135 roj derbas bûye lê berpirsyarên komkujiyê nehatine aşkerekirin û got, mexdûrên bûyerê di bin zextê de ne.

Kurkçu, behsa lêkolîna komîsyona parlamentoyê ya bûyerê kir û wiha axivî, “Ez jî endamê komîsyonê bû. Me gundiyên Roboskê guhdarî kir. Me hîn kir ku gundî rastî zextên leşkeriya herêmî û merciyên edlî tên. Me der barê vê de îro nûçeyek rojnameya Radîkal a bi îmzeya Ezgî Başaran xwend. Di nûçeya Başaran de tê gotin ku Velî Encu ku serî li min jî dabû, û çend kesên din ji aliyê fermandarên alaya Qilabanê ve rastî hişyariya ‘vê bûyerê ji bîr bikin, serê wê bigirin’ hatine. Wekî tê zanîn heta niha tu kes nehatiye darizandin. Lê ligorî agahiyên gundiyan her roj ciwanên kurd tên lêpirsîn kirin û ji bo giliyê xwe şun de bigirin, didin zorê.”

Kurkçu got; “Em ji bo hiqûqnas, parêzvanên mafê mirov û welatiyên bi hestiyar ku piştgiriyek mezin dan gelê Roboskiyê, spas dikin. Lê niha em dikevin pêvajoyeke binpêkirina mafan. Divê em eleqeyê nîşanê gelê Roboskiyê bidin û ji bo kujer bên dîtin divê em piştevaniya wan bikin.”

Tê zanîn, di şeva 28 Kanûna 2011ê de, di encama êrişên balafirên Tirkiyê de, li gundê Roboskî yê Qilabana Şirnexê, 34 gundiyên ku karê qaçaxtiyê dikirin, hatibûn kuştin.

AKnews
 

Diğer Haberler