Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Mihatabê Dewletê Ne Qendîl e, Ez im!

Mihatabê Dewletê Ne Qendîl e, Ez im!

30 Eylül 2012 Pazar 20:10
Mehmet Öcalan piştî serdana Abdullah Öcalan derbarê hevdîtinê de daxuyaniyên din da rojnameya Hürrriyetê.

Mehmet Öcalan wiha dibêje: “Kekê min wiha got, mihatabê dewletê ne Qendîl ne jî yên din in. Dewlet dibêje ya PKK deh seriye. Ez hemû berpirsyariyan digrim ser xwe. Mihatab bi tenê ez im. Ez kefîlê her tiştî me.”

Mehmet Öcalan li gundê Ömerliya navçeya Halfetî ya Rihayê pirsên rojnameya Hürrriyetê bersivand. Mehmet Öcalan wiha pêde çû: “Kekê min dibêje ku heke dewlet ji dil be dikare pirsgirêka çareser bike. Tu kes nikare vê çareser bike, bi tenê ez dikarim. Pirsgirêkeke mezin li ber me ye. Dibe ku hin kes dil paqij bin lê nikarin vê pirse çareser bikin, ez dikarim. Kekê min dixwaze kedekî bide xebatên aştiyê, li ber mirinan bisekine.”

Mehmet Öcalan tevgera Apo wiha bi lêv kir: “Bixwe yek alî xeberneda. Ne li aliye PKKê xeberda ne jî li aliyê dewletê. Bê ali xeberda. Got ku, ‘Heke suç li holê be, suçdar jî li holê ye.’ Ji PKK re peyama divê rasteqîn tevbigerin şand. Got ku, ‘Serî her tiştî divê rasteqîn bin, Qendil divê rasteqîn tevbiger e.”

Li gor Mehmet Öcalan, kekê wî di navbera gelên Kurd û Tirkan de wek pireke, lê hin kes dixwazin vê pirê hilweşînin. Nijatperestên Kurd jî Tirk jî dixwazin Öcalan tesfiye bikin. Lê Apo gotiye ku, heke dewlet ji dil be, tiştên hewce bike, aliyên din (PKK) ji bo min hêsan e.

Mehmet Öcalan îdiakir ku Apo jêre wiha gotiye: “Yê ku PKK qanî bike ez im. Heke dewlet ji dil be, çek berdan jî tev, ez dikarim her tiştî bikim. Projeyên min amade ne. Divê pêvajo ney sabote kirin. Heke hin tişt dê were kirin, him di nav dewletê, him jî di nav PKKê de hin kes dibe ku gavên li dijî me biavêjin. Divê destûra van gavan ney dayîn, bi baldar tevbigerin.’ Mehmet Öcalan got ku li gor fema min projeyeke nû çêkiriye.

Mehmet Öcalan, rewşa sihetiya Öcalan jî bi lêv kir û got ku baş xuya dikir, anegorî par îsal baştir bû.(xeberenkurdi.com)

Diğer Haberler