Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Mihemed Jiyan: Îddiayên li ser Boraboz û helbesta wî bêbingeh in!

Mihemed Jiyan: Îddiayên li ser Boraboz û helbesta wî bêbingeh in!

23 Ekim 2012 Salı 21:04
Şîroveyên li ser Avestayê, zimanê Medan û hwd. ku destpêka nivîsandina Kurdî dibine berî mîladê bi tu awayî ne ilmî ne.

Di çarçoveya semînerên heftane yên Komel-Kurdê de nivîskar Mihemed Jiyan li ser Edebiyata Kurdî pêşkêşiyek kir. Jiyan, di pêşkêşiya xwe de ji destpêka tarîxa wê û heta roja me bi awayekî giştî li ser Edebiyata Kurdî sekinî.

Jiyan, bi balkişandina ser ehemmiyeta edebiyatê dest bi axaftina xwe kir û bi rola edebiyatê ya di tarîx û siyaseta Kurdan de berdewam kir. Jiyan, bal kişande ser çend xalên muhîm û wiha got:

“Destpêka tarîxa Edebiyata Kurdî, herî dûr û kevn meriv dikare bibe sedsala 10an ku ew jî Baba Tahirê Hemedanî/Uryan e. Şairên ku beriya wî jiyabin û bi zaravayekî Kurdî helbest gotibin hebin jî, agahiyên me yên li ser wan gelekî kêm in û çavkaniyên ku dilê meriv li ser vê yekê rehet bikin tunin. Şairên Kurd ên ku tê gotin di dema Benûdulefiyan de di sedsala 8-9an de jiyane û bi zaravayê Lorî helbest nivîsandine ji bo destpêkeke binecih nabin çavkanî.

Herwiha şîroveyên li ser Avestayê, zimanê Medan û hwd. ku destpêka nivîsandina Kurdî dibine berî mîladê bi tu awayî ne ilmî ne. Lewra şîroveyên bi vî awayî bi îfadeya herî munasib nisbî ne. Tesbîta tarîxzan Izady a li ser ku derketina Kurdan ser sehneya tarîxê wekî netew bi hatina Îslamê ve girêdide gelekî di cih de ye. Li gorî Izady, Kurd piştî hatina artêşên Misilmanan ber bi Mezopotamyayê ve wekî millet/netew derketine holê. Beriya vê organîzasyon an jî yekîtiyeka wan a milletî tunebûye. Ji ber vê yekê jî îddiayên li ser Boraboz û helbesta wî ya berî mîladê gelekî qels û bêbingeh in. Kesên vê îddiayê dikin divê wî ferşê ku ev helbest li serê hatiye nivîsandin pêşkêşî vekoleran bikin û bidin isbatkirin ku bi rastî jî beriya mîladê şair û şiîra Kurdî hebûye. Lê çavkanî û delîlên li ser vê yekê ji îddiayan wêdetir naçin.”

Piştî van kurteagahiyan bal kişande ser şairên Kurd ên girîng û herî zêde têne zanîn:

“Herçiqas ji bo Faris û Kurdan nirxekî hevpar be jî, Kurd tarîxa edebiyata xwe bi Baba Tahir didine destpêkirin. Lê şairê Kurmanc ê yekem Evdilsemedê Babek e. Ji ber ku Babek zêde nehatiye zanîn jî Elî Herîrî wekî yekem şairê Kurmanc tê qebûlkirin.”

Bi diyarkirina vê rê yeko yeko li ser tarîx, berhem, nêrîn û meşrebên şairan sekinî û ji wir jî derbasî destpêka pexşanê û edebiyata Kurdî a nûjen bû. Jiyan, li ser vê mijarê wiha got:

“Em dibînin ku heta sedsala 19an edebiyata Kurdî menzûm e, lê bi Mela Mehmûdê Bayezîdî re qonaxeke nû di nivîsê de dest pê dike ku ew jî destpêka pexşanê ye. Bi pexşanê re ronesansa nivîskî di nava Kurdan de rûdide û Kurd berê xwe didine qadeke nû û nûjen ku cîranên wan Tirk, Faris û Ereban pir berê dest pê kiribûn. Herwiha ev di Rojavayê de digiha tarîxên hêj kevntir. Ev rêya pexşanê bi Rojnameya Kurdistanê, Rojî Kurd, Hetawî Kurd û Jînê geş bû û bi Hawarê re gihîşte qonaxa nûjeniyê. Kurd piştî derketina Hawarê hemnasê edebiyata nûjen a bi form, naverok, teknîk û zimanê xwe deriyekî li ber asoya hest û xeyalên edîban vedikir bûn.”

Jiyan, di dawiya pêşkêşiya xwe de li ser refleksa edîbên nifşa nû ya li ser dîn û pîrozweriyan jî sekinî û wiha got:

“Dema ku em li tarîxê dinêrin em dibînin ku edîbên Kurd heta sedsala 20an bi tarîx, nirx, bîr, dîn û pîrozweriyên xwe re aşt bûn û di vê yekê de tu kompleksên wan tunebûn. Ev yek heta salên 1960-70ê jî didome. Guherîna di edîbên Kurd ên ku di navbera 1910-1950 de li gorî şert û mercên demê ne gelekî ji adetê der e. Ango di civakeke Misilman de çandeke sekuler. Ev realita wê demê bû. Edîbên Kurd ên wê demê mey jî vedixwarin, Quran jî werdigerandin. Ji Xwedê bawer dikirin, lê bi rehetî zîna jî dikirin. Ev yek li gorî şert û mercên wê demê gelekî normal bû. Lewra çanda sekuler serdest bû.

Belê piştî salên 1960î û bi taybetî jî 1980î ev rewş guherî û reflekseke kompleksîv a li hemberî pîrozweriyan derkete holê. Êdî heqaret, dijûn û îftirayên li ser pîrozweriyan û nirxên muqeddes amûrekî hunerê wan bû. Hunerê ku heta wê demê ji newqê berjor bû, piştî wê ji newqê berjêr bû û kete nav şeq û lingan… êdî tîrên ber bi baweriyan ve bibûne bingeha hunerê… Ev jî bû sedem ku edebiyateke bi kompleks û bêqalîte derkeve holê. Ango bi tu awayî neadetî û ji çavkaniya tarîxa xwe sûdewer nebûyî.”

Di dawiyê de ji hêla beşdaran ve li ser van mijaran pirs hatine kirin û bi pirsan re jî bername bi dawî hat.

Rêbaz ŞOREŞ / BEROJ

Diğer Haberler