Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Mirinek din a bi guman a leşkerek Kurd

Mirinek din a bi guman a leşkerek Kurd

08 Temmuz 2012 Pazar 14:30
Leşkerê Kurd Cuneyt Erdek ku li Fermandariya Cendirmeyan a Yarpuzluyê leşkeriyê dikir, ji ber bi awayeki bi guman jiyana xwe ji dest da, malbatê fikarên xwe anîn ziman.

Stenbol - Leşkerê Kurd Cuneyt Erdek ku li Fermandariya Cendirmeyan a Yarpuzluyê leşkeriyê dikir, ji ber bi awayeki bi guman jiyana xwe ji dest da, malbatê fikarên xwe anîn ziman. Xizmên Erdek anî ziman ku rayedarên fermandariyê agahiyek zelal neda wan û ew bi fikarin.

Malbata leşkerê kurd ê li Fermandariya Cendirmeyan a Yarpuzluyê ya navçeya Sîncîka Semsûrê leşkerî dikir Cuneyt Erdek 2 roj berê ji aliyê rayedaran ve hate agahdarkirin. Rayedarên leşkeriyê diyar kirin ku 2 roj berê kurê wan saet di 02.00'an de jiyana xwe ji dest daye.

Malbata Erdek ku bi eslên xwe ji Sêrtê ne û li Stenbolê dijîn, piştî agahiya kuştina kurê xwe bihîstin li ber mala xwe ya navçeya Esenyurtê konê şînê vedan. Malbata Erdek, diyar kirin ku rayedaran diyar kiriye ku dema Erdek û hevalên xwe henek dikirin bi guleya qezayê jiyana xwe ji dest daye.

Xizmên Erdek jî anîn ziman ku ji kuştina kurê xwe bi fikar in û bawerh nakin ku kurê wan bi awayekî asayî hatibe kuştin. Malbatê diyar kir ku hevalê wî dibêjin bûyer li qawişê pêk hatiye û fermandar jî dibêje dema li nobetê bû bûyer pêk hatiye û agahiyên nakok didin wan.

Malbatê da zanîn ku kuştina Cuneyt Erdek bi fikar û şik e û dê pêşiya mirina Erdek bernedin. Hate îdîakirin ku fermandar li malbatê geriya ne û gotine kurê we li leşkeriyê li muzîka kurdî guhdar dike û hatine hişyarkirin.

Malbata ku xwestin biçin balafirgehê cenazeyê Erdek pêşwazî bikin, piştî agahiya "Dê ji bo otopsiyê bibin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê" wergirtin dîsa bi paşve vegeriyan. Rayedarekî leşkerî şevê din saet di 22.30'an de li Malbatê geriya û anî ziman ku dê Cenaze ji Morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê werbigirin û bibin Stenbolê.

Hate zanîn ku dê cenazeyê Erdek li Esenyurtê bi merasimekê bispêrin axê. ANF

Diğer Haberler