Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Mîroglu: Êdî ez li Tarafê biyanî bûm

Mîroglu: Êdî ez li Tarafê biyanî bûm

06 Eylül 2012 Perşembe 03:43
Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Orhan Mîroglu piştî nivîsa wî di rojnameya Tarafê de nehat weşandin, anî ziman ku êdî dema Tarafê ji bo min derbas bû.

Mîroglu ji Rûdawê re got: “Siyaseta ku rojnameya Tarafê berê dimeşand, pir hatiye guhertin. Nivîsên min di nav 2 mehên dawî de tu car  di rûpela yekemîn de cih negirtin. Ev helwest nîşana wê yekê bû li rojnameyê nayêm xwestin, lê bi awayekî fermî jî nedihat eşkerekirin”

Piştî ku Mîroglu diyar kir ku ji rojnameya Tarafê îstifa kiriye, sernivîskarê Tarafê Ahmet Altan jî bersiv da û wiha got: "Di daxuyaniyên Orhan Mîroglu yên derbarê veqetîna ji rojnameya me de, îdîaya her wekî rojnameya me nivîsek wî sansur kiriye cih digre. Ev nivîs ji ber ku li gorî standartê rojnameyê dirêj bû neket rûpelê. Mîroglu jî daxwaza me ya ji bo kinkirinê red kir. Li ser vê yekê me danî malpera înternetê ya Tarafê, dora rojê li ser daxwaza Mîroglu ji malperê hat derxistin. Nivîsa Mîroglu ji me re şandiye û ya ku dibêje hatiye sansurkirin ne wekî hev in. Ji ber ku Mîroglu dema ji rojnameya me veqetiyaye daxuyaniyên li derveyê rastiyê daye, em xemgîn in."

Orhan Mîroglu wiha bersiva pirsên Rûdawê da:

‘Piştî nivîsa min a ku min Ahmet Altan rexne kirî, min dît mayîna li Tarafê nabe’

We li rojnameya Tarafê qunciknivîsî dikir. We çima dest jê berda?

Orhan Mîroglu: Siyaseta ku rojnameya Tarafê berê dimeşand, pir hatiye guhertin. Rojnameya Tarafê ya ku heta niha serbixwe bû û li hemberî deshilatiyan bê alî tevdigeriya, êdî tune ye. Û mixabin Tarafek ku nêzikbûna li desthilatiyê wekî nêzikatiya bi hikûmetê re dibîne derket holê. Lê di hawira siyasî ya îroyîn a Tirkiyê de PKK jî Neo Îtîhatî ya bi Ergenekonê tê pênasekirin jî xwedî qadeke desthilatiyê ne. Ev her du pêl û navendên desthilatiyê, li Tirkiyê şerê psîkolojîk dimeşînin û dema vê yekê dikin, ji stratejiya têkoşîna çekdarî ya PKK'ê gelek birîndar dibin. Taraf vê rastiya bingehîn nabîne. Min di vê mijarê de 2 nivîs amade kirin lê rojnameya min bikar neanî. Sedema xuya dike dirêjbûna nivîsa min bû, lê min ji xwe her tim nivîsên xwe evqas dirêj dinivîsî. Bi kurtasî bêjim piştî nivîsa min a ku min Ahmet Altan rexne kir, min dît ku mayîna li Tarafê nabe û min bi biryara xwe dev ji nivîskariya vê rojnameyê berda.

‘Nivîsên min di rûpela yekemîn de cih negirtin’

Ji bo dev ji rojnameyê berdî tu zext li te hatin kirin?

Mîroglu: Rastî zextan nehatim, lê nivîsên min di nav 2 mehên dawî de tu car  di rûpela yekemîn de cih negirtin. Lê ez mehê 12 nivîs dinvîsim. Ev helwest nîşana wê yekê bû ku li rojnameyê nayêm xwestin, lê bi awayekî fermî jî nedihat eşkerekirin. Min got li rojnameyek her ku diçe biyanî bibim, êdî divê lê nemînim û veqetiyam.

‘Polîtîkaya PKKê zirarê dide gelê kurd û Tirkiyê’

Ji bo îdîayên wekî "PKK'ê rexne kir lê nivîsa wî ji aliyê rojnameya Tarafê ve hat sansurkirin. Mîroglu li ser vê yekê dev ji Tarafê berda" hûn dê çi dibêjin?

Mîroglu: Ev îdîayeke şaş nîne. Ez di wê baweriyê de me ku polîtîkaya tundiyê ya ji aliyê PKK'ê ve tê meşandin hem zirarê dide gelê kurd hem jî Tirkiyê. Ev dibe mijara nivîsên min jî. Taraf tenê di aliyê polîtîkayên hikûmetê de li bûyeran dinêre û toleransa ji bo çepê tirka û PKK'ê dide, Taraf jî bi awayekî bê sînor dide. Wisa ye ku sernivîskarê wê dikare 'gelê kurd ji bo serhildaneke çekdarî amade ye' binivîse. Eleqeya van nêrînan bi rastiyê re nîne. Ji bo mileteke zilm dîtiye jî tenê  dibe zêdetir di nav zilmê de hiştin û provokekirin.

‘Min pirtûka ku Musa Anter vedibêje hê nû xilas kir’

Ji niha û pê de hûnê çi bikin? Rojnameyek di hişê we de heye?

Mîroglu: Min pirtûka ku Musa Anter vedibêje hê nû xilas kir. Bi weşandina wê re mijûl im û gelek dixebitim. Di rojnameya Todays Zamanê de du rojan dinvîsim. Niha ev nivîs dê bidomin. Lê rojnameyeke bi tirkî anha di rojeva min de tune. Ji ber pirtûka min a ku dê cotmehê bê weşandin dê xwendevanên min di televîzyonan de zêdetir bibînin û temaşe bikin.(Rûdaw)

Diğer Haberler