Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Mustafa Kemal serhildana Şêx Seîd ’ANDIÇ’ kiriye

Mustafa Kemal serhildana Şêx Seîd 'ANDIÇ' kiriye

09 Temmuz 2012 Pazartesi 12:12
Bi belgeyan derkete holê ku Mustafa Kemal, di serhildana Şêx Seîd de, “Andiça çapameniyê” amade kiriye û xwestiye çapamenî bûyera Şêx Seîd li derveyî welat weke “bûyera olî” nîşan bide û li hundir jî weke “serhildana kurdan” nîşan bide.

Bi belgeyan derkete holê ku Mustafa Kemal Ataturk, di serhildana Şêx Seîd de, “Andiça çapameniyê” amade kiriye û xwestiye çapamenî bûyera Şêx Seîd li derveyî welat weke “bûyera olî” nîşan bide û li hundir jî weke “serhildana kurdan” nîşan bide.

Li Tirkiyeyê bûyerên andiçê pir navdar in. Herî dawî andiça derbeya postmodern a 28’ê sibatê, di rojeva Tirkiyeyê de cihê xwe girtibû û heta niha jî tê nîqaşkirin. Belgeyeke andiçê ji bo 28’ê sibatê hatibû amadekirin û navê hin rojnamevanan jî tê de derbas dibû. Andiç li Tirkiyeyê peyveke leşkerî ye. Dema serfermandar nikaribe ji heqê bûyerekê derkeve, dixwaze andiçek bê amadekirin. Fermandarên dereceya jorîn li hev dicivin û di nava demeke diyarkirî de derbarê bûyer an jî planekê de nexşerêyek derdixin. Piştre hemû tişt li gorî vê andiçê tên birêvebirin.

Di arşîva neviyê Şêx Seîd Abdulîlah Firat de derkete holê ku di dema serhildana 1925’an a Şêx Seîd de, ji aliyê Mustafa Kemal Ataturk û Lijneya Wezîran ve “andiçeke çapameniyê” tê amadekirin. Îmzeya Ataturk jî di binê vê belgeya andiçê de cih digre. Di vê andiçê de tê xwestin ku çapameniya tirk serhildana Kurdistanê ya Şêx Seîd ji bo derveyî welat weke “serhildana oldaran û îrtîcayê” nîşan bide û li hundir jî weke “serhildana kurdan” nîşan bide. Bi vê yekê tê xwestin ku welatên Ewropayê û cîhana hemdem ya wê demê li hemberî serhildana Şêx Seîd bêdeng bimînin û alîgiriya Tirkiyeyê bikin. Ji ber ku li hundir jî weke “serhildana kurdan” tê nîşandan, civaka tirk jî li hemberî serhildana Şêx Seîd tê sorkirin. Hemû bûyer û serhildana Şêx Seîd a wê demê, ji bo derveyî welat weke “serhildana îrtîcayê” hate servîskirin.

Maşallah Dekak / Rûdaw

Diğer Haberler