Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Nabe kurd zimanê xwe li kursan hîn bibin

Nabe kurd zimanê xwe li kursan hîn bibin

24 Nisan 2012 Salı 19:12
Selahattîn Çoban: Kurd dê ti caran qebûl nekin zimanê xwe di kursan de hîn bibin.

Diyarbekir 24 Nîsan  – Cîgirê Serokê Giştî yê Mazlum-Derê Selahattîn Çoban, bal kişand ku li Tirkiyeyê ji bilî kurdî gelek zimanên biyanî di dibistanan de tên hînkirin û got kurd dê ti caran qebûl nekin zimanê xwe di kursan de hîn bibin.

Cîgirê Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan û Piştgiriya Bi Mazlûman re (Mazlum-Der) Selahattîn Çoban, derbarê nîqaşên li Tirkiyeyê yên li ser perwerdehiya bi kurdî ji AKnewsê re axivî. Çoban, bal kişand ku li Tirkiyeyê bi erebî, frensî û ingilîzî di dibistanan de perwerdehî tê dayîn lê kurd ji vî mafî bêpar in û ji AKnewsê re wiha got:

“Digel ku kurd niştecihên vê derê ne, ji berê de li vir in jî, mafên wan ên herî xwezayî û mirovahiyê nayê naskirin. Nahêlin ku bi kurdî jî perwerdehî bê dayîn. Divê perwerdehî û hîndekarî di hemû dersan de bi kurdî bê kirin. Li tu derê cîhanê kes zimanê xwe li kursan hîn nabe. Nabe ku kurd zimanê xwe li kursan hîn bibin. Encax kesekî biyanî dikare zimanê me li kursan hîn bibe.”

Çoban, bal kişand ku her roj sonda bi tirkî li ser zarokên kurd tê ferzkirin û xwest ev sond demildest bê rakirin. Çoban, da zanîn ku hikûmet ji bo ku rayên xwe yên li bajarên rojava wenda neke, bi awayeke nejidil tevdigere û xwest êdî ev sonda neteweperest bê rakirin.

md AKnews
 

Diğer Haberler