Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Nalîna Zarokan

Nalîna Zarokan

02 Kasım 2012 Cuma 17:48
Car caran ev nalîna dijwar / Helepçe ye, Roboskî ye. / Car caran ev nalîna dilbirîn / Hema ye Hûmûs e.

Erd û esmanê rengîn

Ji rengên xwe dûr ketine.

Barana rehmet dibarî

Hêdî nabar e.

Mirovatiya bêrûmet

Di korbûniya xwe ya sosret de

Bêdeng maye.

Mirov şaş dibîne

Li ber şaşîtiyên çewt.

Li ber nalînê zarokan wenda buye

Hemû tişt; bawerî, rûmet, mirovatî, dilşewatî…

Fedî bixwe li ber hewar û nalînên bêbersiv,

Li ber hewar û nalînên zarokan

Fedî dike ji xwe.

 

Car caran ev nalîna dijwar

Helepçe ye, Roboskî ye.

Car caran ev nalîna dilbirîn

Hema ye Hûmûs e.

Car caran ev nalînekî sêwî ye,

Bêwelêt e, bêqewm e, bênav e.

Car caran ev nalîn li Sûriye

Nalîn û hewara zarokan e,

Di bin hêstirên çavên bêhêvî de veşartî ye.

 

Zulma  bêhempa

Li ber çavên  bêşerm û xemsar

Wek xiyalekî kûr derbas dibe,

Nayê dîtin.

Nalînên zarokan

Gîhişt asîmana.

Lê belê,

Vanê kerr û lal û kor hişyar nebûn.

Dengê nalînên zarokan nedîtin, nebihîstin,

Van zilamên mezin û ronakbîr!

Di nav ronahiya fikr u ramanên xwe de dilşad bûn!

Dilşad man!

Dadmendiya Xweda yê Rehman li benda wan e,

Ji bona rojekî dadmendî.

 

Îro ezmûna roja zarokên bêhêz e.

Îro veqetina rastî û çepî ye.

Îro qada mêran û tirsoneka ne.

Îro serkeftina tirsa Xweda yê Mezin e

An ji bêrûmetiya tirsa Beşşar ê zalimê tirsonek e.

Îro dengê nalîna zarokan

Bi arîkariya Xwedayê Bihêz ewê biserkev in!

Ronahî û tarîtî, wek îman û kufrê ewê ji hev cûda bin.

Yên li paş mayî bi peyvên poşmanî ewê bibêjin:

“Xwezika ez îro ax bibûma!”

                                                      İkram Filiz (Islahhaber)

Diğer Haberler