Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Namzetên mamostetiya kurdî li mafên xwe digerin

Namzetên mamostetiya kurdî li mafên xwe digerin

03 Ekim 2012 Çarşamba 23:15
Piştî ku Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê aşkera kir ku bernameya lîsansa bilind a bê tez a dersa kurdî ya bijarte rawestandiye, namzetên mamostetiya kurdî li ber avahiya Zanîngehê çalakî li dar xist.

Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê (MAU) heftiyek beriya niha aşkera kir ku bernameya lîsansa bilind a bê tez a dersa kurdî ya bijarte rawestandiye. Zanîngehê da zanîn ku Saziya Perwerdehiya Bilind (YOK) kontenjana ji bo mamostetiyê ya 500 kesan daxistiye 250 kesan û dê formasyonê nede xwendekarên bê formasyon. Zanîngehê diyar kir ku ji ber vê biryara YOK'ê, girtina mamosteyên kurdî rawestandine. Namzetên mamostetiyê yên ku di azmûnê de bi ser ketine, li hemberî vê helwesta YOK'ê li ber zanîngehê çalakiya protestoyî li dar xistin. Ozcan Çîçek, li ser navê xwendekaran daxuyanî xwend. Çîçek diyar kir ku dema mirov di qada kurdolojiyê de di aliyê jêhatîbûnê de Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê û zanîngehên din deyne ber hev, tekane zanîngeha xwedî taybetiyek wiha, Zanîngeha Artuklu ye. Çîçek wiha got: "Digel vê yekê jî biryarek wiha hatiye girtin, em jî bi vê biryarê matmayî û xemgîn bûn."

Ev biryara şaş bila paşve bê girtin

Çîçek, destnîşan kir ku zimanê kurdî bi salan hatiye înkarkirin û tune hesibandin, piştre ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ve li dibistanên dewletê wek zimanê perwerdehiyê hatiye aşkerakirin, ev jî di nav rayagiştî de ji aliyê demokratîkbûnê de wekî gaveke girîng hatiye dîtin. Çîçek wiha berdewam kir: "Lê YOK'ê biryareke wiha bê hincet da. Bi vê biryarê him xeyalên rayagiştî têk çûn, him jî xebatên perwerdehiya kurdî yên Zanîngeha Artukluyê rawestiya. Em dixwazin ku ev biryara şaş, ji aliyê rayedaran ve were duristkirin û qewlê rawestandinê yê 10 rojî ku zanîngehê daye, were dirêjkirin. Em ê hemû mafên xwe yên hiqûqî bikar bînin."

Ji bo zanîngehê li Mêrdînê bicih bûn

Ekrem Başak ku bi tevî zaroka xwe ya 4 salî û hevsera xwe tevlî çalakiyê bû jî, da zanîn ku dev ji zanîngeha xwe ya li Kîlîsê berdaye, bi malbata xwe re hatiye li Mêrdînê bicih bûye. Başak wiha got: "Ev mehek e min hevsera xwe û zaroka xwe jî aniye û em li vir bicih bûne. Piştî meheke, ji min re dibêjin ji vê derê here. Dilê min li hemberî vê biryarê baristan nade. Mirov hatine vê derê, xanî girtine, nikarin piştî meheke ji wan re bêjin here mala xwe. Ev bê edaletî ye." Mûhsîn Eren ê ji Şirnexê ji bo zanîngehê hatiye Mêrdînê jî da zanîn ku dev ji karê xwe berdaye û hatiye Mêrdînê. Eren xwest ku dawî li vê şerpezetiyê bê anîn.

Piştî daxuyaniyê xwendekaran bi rêya çepikan bertekên xwe nîşan dan û bê bûyer belav bûn.(rûdaw)

Diğer Haberler