Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Nasnameya 10 gerîlayên li Çelê jiyana xwe ji dest da aşkere bû

Nasnameya 10 gerîlayên li Çelê jiyana xwe ji dest da aşkere bû

08 Ağustos 2012 Çarşamba 07:00
HPG’ê nasnameya 10 ji 14 gerîlayên di operasyona gerîlayên HPG’ê navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî gelek hedefên leşkerî li dar xistin jiyana xwe ji dest dan aşkere kir.

HPG’ê nasnameya 10 ji 14 gerîlayên di operasyona gerîlayên HPG’ê navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî gelek hedefên leşkerî li dar xistin jiyana xwe ji dest dan aşkere kir. Di nav wan de 3 gerîlayên ji Rojhilat, 2 ji Rojavayê Kurdistanê û her 5 ên din jî ji Bakûrê Kurdistanê ne.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê di daxuyaniya nivîskî ya der barê mijarê de weşand de got; “Tevgera şoreşgerî” ya ku me li Çelê pêk anî, ji bo tohildana 15 gerîlayên jin ên ku fermandara wan Arjîn Garzan bû û di zivistanê de di operasyonekê de jiyana xwe ji dest dabûn, ne.”

HPG’ê nasnameya 10 ji 14 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan aşkere kir û ragihand ku ew ê nasnameya 4 gerîlayên din di rojên pêş de aşkere bikin.

Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

-Gulistan Fermezî, bi nasnavê Jîn Jîn, li Makûya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.

-Qeder Alturk, bi nasnavê Viyan Penaber, li gundê Pîrana Qilabana Şirnexê ji dayîk bûyer.

-Xezal Mûsa, bi nasnavê Evîndar Bêrî, li Makûya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.

-Mesût Karataş, bi nasnavê Şiyar Tetwan sala 1993, li navçeya Matkî ya Bedlîsê ji dayîk bûye.

-Mehmet Emîn Erten, bi nasnavê Şahîn Serhat, li Agiriyê ji dayîk bûye.

-Talib Gedelo, bi nasnavê Zerdeşt Amanos, li Heleba Sûriyeyê ji dayîk bûye.

-Huseyîn Bahadir, bi nasnavê Harwan Halaç, li Bedlîsê ji dayîk bûye.

-Mazlum Seydo, bi nasnavê Firat Seydo, li Kobanêya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye

-Cafer Abdullahî, bi nasnavê Botan Mako, li Makoyê ji dayîk bûye.

-Tûrgay Çelen, bi nasnavê Argeş Delîla, li Wanê ji dayîk bûye.(ANF)

Diğer Haberler