Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Nasnameya Kurd, Nasnameyeke Bi Rûmet e

Nasnameya Kurd, Nasnameyeke Bi Rûmet e

06 Ekim 2012 Cumartesi 10:40
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinc û Wezîrê Çandiniyê Mehdî Eker li Diyarbekirê bûn. Arinç û yên pê re berî limêja înê mizgefta mezin vekirin.

Arinç piştre pirsên rojnemegeran bersivand û di rojeva wî de parastina bi zimanê zikmakî ya li mehkiman hebû. Arinç der barê mijarê de go ku di rojên pêş de wê verastkirineke qanûnî bê kirin.

Arinç wiha got: Mafê parastinê pîroz e û nikare bê sînordar kirin. Têkildarî parastinê de mirovek çi dibêje divê dadgeh  vê yekê li ber çavan bigre.  Lewma ji bo  kesekî ku dixwaze jêpirsîna xwe û parastina xwe bi Kurdî bike, divê wergêrek bê girtin û îfadeya wî bê stedin. Bi ya min ev babetek rast e. Dê verastkiriên qanûnî bên kirin û kêmaniya li pêşiya parastina zimanê zikmakî wê bê rakirin. Huqûqa nivîskî jî dê li gor vê tekê be.

Arinç bi bîr xist ku derheqê hînkirina Kurdî de gavên mezin avêtine û diyar kir ku saziya zimên ji bo ferhengeke Kurdî amade bike, xebatê dike.

Alîkarê Serokwezîr Bülent Arınç derbarê nasnameya Kurdî jî wiha got: "Zimanê Kurdî bi salane hatiye redkirin û înkar kirin. Nasnemeya Kurd, nasnameyeke bi rûmet e." Arinç dest nîşan kir ku di hîma anarşiya îro de ev tevgerdarî heye û şîdet li Diyarbekirê nay. Arinç got ku tevî zordariyê AK Partî li herêmê siyasetê dike. (xeberenkurdi.com)

Diğer Haberler