Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Ne tenê jîna Elçî mirina wî jî Kurdan nêzîkî hev dike

Ne tenê jîna Elçî mirina wî jî Kurdan nêzîkî hev dike

03 Ocak 2013 Perşembe 14:42
Li nûneriya BDP’ê ya Hewlêrê ji bo siyasetmedarê Kurd Şerafettîn Elçî şîn hat danîn. Digel xizmên nêzîk ên Elçî çendîn kesayetî, sazî û rêxistinên siyasî yên Kurd serdana sersaxiya Elçî kirin.

Elçî yê ku di demê dawî yê jiyana xwe de jî hewl dida yekîtiya gelê Kurd bi hêz bike, piştî mirina wî jî nirx û bîranînên ku li pey xwe hiştiye xizmetê heman armancê dike. Nûnertiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, ji bo bîranîn û sersaxiya Parlamenterê Amedê û Serokê KADEP’ê Şerafettîn Elçî yê ku êvara 25’ê Kanûna borî jiyana xwe ji dest dabû, serdanên xelkê qebûl kirin. Mêvan û serdêr li nûnertiya BDP’ê ji aliyê nûner Cemal Coşkûn û Mehmet Alî Aydin, kurên Elçî Rênas Elçî û Bedran Elçî ve hatin pêşwazîkirin. Her wiha di nava civata pêşwazîkirinê de kevneşaredarê Şemzînanê Hûrşîd Tekîn jî hebû.

Digel hezkiriyên Elçî ji hemû beşên Kurdistanê Partiya Çareseriya Demokrat a Kurdistanê (PÇDK), Partiya Demokrat a Kurdistanê - Îran (PDK-Î), Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) yê Hewlêrê,  ji rêveberiya Rêkxirawî Jinanî Azadîxwazî Kurdistan (RJAK) Ciwan Ebdurehîm, Ciwanên Welatparêz, Tevgera Hemwelatiyên Azad, Qaymeqamê Mêrgesorê jî serdana sersaxiya li nûneriya BDP’ê kirin. Di sersaxiyê de nûnerên sazî, rêxistin û partiyan qala kesayetiya Elçî û rola wî ya girîng a di siyaseta Kurd de kirin.

Serdanên sersaxiyê ku serê sibê destê pê kir dê ta êvarê berdewam bin.

Elçî ku di 25’ê Kanûna borî de li Enqereyê li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da û 27’ê heman mehê li Cizîra Botan ji aliyê deh hezaran ve hat veşartin.

Di sala 1938’an de li Cizîra Botan hate dinyayê, fakûlteya hiqûqê qedandibû. Di dema xwendekariya xwe de, ji ber fikr û ramanên xwe yên derbarê kurdan de, ji “Doza 49’an” hate darizandin. Demekê li Cizirê parêzerî kir. Di 12’ê Adara 1971’an de li Girtîgeha Amedê 8 mehan di girtîgehê de ma.  Di sala 1977’an de ji Mêrdînê weke parlamenter hate hilbijartin û di Parlamentoya Tirkiyeyê de cih girt. Di navbera salên 1978-79’an de, di dema hikûmeta Bulent Ecevît de dema Wezîrê Avadaniyê bû ji ber got ku ‘Ez Kurd im û li Tirkiyeyê Kurd hene’ piştî derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê 30 meh di girtîgehê de ma û siyaset lê hate qedexekirin. Di sala 1992’an de  bi 98 rewşenbîrên Kurd re Weqfa Maf û Azadiyan a Kurd ava kir. Di encama têkoşîneke dûvedirêj de weqif di 1995’an de navê xwe weke “Weqfa Lêkolîn û Çandê ya Kurd” guhert.

Piştre Partiya Girseyî ya Demokratîk (DKP) ava kir. Piştî demekê bû Serokê Giştî yê Partiya Beşdariya Demokratîk KADEP’ê. Di hilbijartinên 12’ê hezîranê de di eniya BDP’ê de bi awayeke serbixwe li Amedê hate hilbijartin û di Parlamentoya Tirkiyeyê de cih girt. Elçî ev salek zêdetir e li Enqereyê ji ber nexweşiya xwe ya pençeşêrê tedawî didît.(Rûdaw)

Diğer Haberler