Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Nêçîrvan Barzanî bi sms pîrozbahî şand

Nêçîrvan Barzanî bi sms pîrozbahî şand

16 Ağustos 2012 Perşembe 15:15
Cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî bi riya sms pîrozbahî li endamê PDKê kir bi helkefta salvegera damezrandina vê partiyê.

Di sms`a Nêçîrvan Barzanî de ku şandiye ji endamên PDKê re, hatiye nivîsandin: “Hevalê birêz, bîranîna damezrandina partiya we li we pîroz dikin. Erkê partiya me komkirina şiyana Kurdistaniyan e li ser hevdengiya niştimanî ji bo çareserkirina kêşeyan û karkirina ji bo pêşvebirina Kurdistanê. Serfirazî ji bo şehîdên kurd û Kurdistanê. Hevalê we yê dilsoz Nêçîrvan Barzanî.”

Ev ne cara yekê ye ku cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî bi riya sms nameyan dişîne ji endamên partiya xwe, par jî di heman bîranînê de sms ji wan re şand.

PDK di 16.08.1946an de li ser destê Mistefa Barzanî û hevalên wî hat damezrandin. Di kongreya sêyem a partiyê de di 26.01.1953an de navê wê bû Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).(Rûdaw)

Diğer Haberler