Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Nêçîrvan Barzanî: Dergehê navbera Rojava û Başûr de vedibe

Nêçîrvan Barzanî: Dergehê navbera Rojava û Başûr de vedibe

07 Ocak 2013 Pazartesi 18:11
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civîna çapemeniyê de daxuyand ku wargeheke/kapmeke nû ji bo penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê dê li Silêmaniyê bê vekirin.

Serokwezîr Barzanî diyar kir ku deriyekê fermî di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de tê vekirin. Her wiha Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji rêveberiya Tirkiyeyê kir ku 'rêkeftnameya petrolê' îmze bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li payteytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar xist. Nêçîrvan Barzanî der barê hejmara Rojavayî û Sûriyeyên ku li Başûr in de got: “Herêma Kurdistanê ji 60 hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê re mazûvaniyê dike.”

Her wiha Serokwezîr Barzanî bertek nîşanî nûçeyên ku ‘derî bi ser Rojava de hatiye girtin’ da û di vî warî de wiha pêde çû: “Deriyê di navbera Başûr û Rojava de vekirî ne. Deriyê Zûmarê yê ku hatiye girtin li jêr deshilata Bexdayê de ye.”

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî kir ku ‘rêkeftnameya petrolê’ ya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de îmze bike. Ger ev rêkeftname bê îmzekirin, dê bêyî ku rizamendiya Bexdayê bê girtin petrola Herêma Kurdistanê bi xeteke navneteweyî ji Tirkiye û Ewrûpayê re bê veguhestin.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê mizgîniya vekirina deriyekê fermî di navbera Başûr û Rojava de da. Serokwezîr di vî warî de wiha da zanîn: “Deriyê Pêşxabûr di navbera her du beşên Kurdistanê de bi şêweyekî fermî tê vekirin.” Serokwezîr da zanîn ku ji bo derî razîbûna Bexdayê jî hatiye girtin.(Rûdaw)

Diğer Haberler