Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Nêçîrvan Barzanî digel rayedarên Enqereyê hevdîtin pêk anî

Nêçîrvan Barzanî digel rayedarên Enqereyê hevdîtin pêk anî

17 Mayıs 2012 Perşembe 21:07
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, di serdana xwe ya Tirkiyê de digel serokomar, serokwezîr û wezîrên derve yên wî welatî civiya.

17 Gulan – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, di serdana xwe ya Tirkiyê de digel serokomar, serokwezîr û wezîrên derve yên wî welatî civiya.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê, Anadoluyê, Barzanî, ku duh çûbû Tirkiyê û ji aliyê şêwirmendê wezareta derve, Ferdîdûn Sinirlîoglu ve hatibû pêşwazîkirin, îro dest bi hevdîtinên fermî digel rayedarên Enqereyê kir.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, destpêkê digel wezîrê derve yê Tirkiyê, Ahmet Davutoglu civiya û li ser rewşa Iraq û aloziyên vê dawiyê axivîn, di civînê de wezîrê enerjiyê, Taner Yildiz jî amade bû.

Barzanî, paşê ji aliyê serokomar Abdullah Gul ve li qesra Çankaya ya Enqereyê hat pêşwazîkirin û hevdîtinê nêzîkî 1 saetê dom kir.

Piştî Gul, Barzanî ji aliyê serokwezîr Recep Tayyip Erdogan ve hat pêşwazîkirin û her du lîderan li ser rewşa deverê û arîşeyên niha yên Iraqê gotûbêj kirin.

Piştî hevdîtin û civînan tu daxuyanî nehat dayîn.

AKnews
 

Diğer Haberler