Nuştox û şaîr J. Îhsan Espar
Îhsan Espar, 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Enstîtuyê Perwerdeyî qedênayo.
Kanada piştevaniya Kurdistanê dike
Kanada piştevaniya biryara gelê Kurdistanê ya derbarê serxwebûnê dike.
Kürdlerin Kudüs’ü Kerkük
Kürdistan, bayrağı, milleti ve toprağı ile birdir.
Nêçîrvan Barzanî: ‘Em ji her demekê zêdetir nêzîkî dewleta kurdî ne’

Nêçîrvan Barzanî: ‘Em ji her demekê zêdetir nêzîkî dewleta kurdî ne’

22 Aralık 2012 Cumartesi 15:55
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku dema tu hêviyek me ji destûra Iraqê nema wê çaxê emê biryara xwe bidin û wiha got: “Em ji her demekê zêdetir nêzî dewleta kurdî ne.”

Serokwezîrê  Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di hevpeyvînekê de digel kovara Time ya Brîtanya de, behsa nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê dike û serokwezîrê Iraqê, Nûrî Malikî “gefa herî mezin” li ser yekbûna Iraqê bi nav dike.

Nêçîrvan Barzanî, derbarê dewleta kurdî de jî wiha got:  “Dema em ji destûra Iraqê bêhêvî bûn wê çaxê emê biryara xwe bidin. Ji bo ragihandina dewleta kurdî jî divê em herî kêm yek ji dewletên cîran razî bikin, ji ber ku divê piştevaniya me ya herêmî û navdewletî hebe. Lê ez dikarim bêjim em ji her demekê zêdetir nêzî dewleta kurdî ne.”(Rûdaw)

Diğer Haberler